ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2020'AN

  • 09:00 29 Îlon 2020
  • Rojev
*Rêvebira Dibistanan a Giştî ya Kantona Kobanê Xunav Mehmud Ibrahîm têkildarî vebûna dibistanan û tedbîrên li hemberî Vîrûsa Koronayê tên girtin wiha got: "Banga min ji hemû xwendekaran re heye ku li hemberî Vîrûsa Koronayê bi baldarî tev bigerin."
DÎMEN HEYE
 
*Bi hatina payîzê re demsala komkirina pembo hat û jina bi navê Kewser Ismail niha dest bi çinîna pembo kiriye. Têkildarî komkirina pembo Kewserê bi lêv kir ku erdên wan ji ber êrişên dewleta di talûkê de ye û wiha got: "Dema jin di nava erdên pembo de kom dibin bi ruhekî zindî, bi stran û çîrokan kedê didin. Lê belê dewleta tirk êrişî keda jinê jî dike û erdên me bi talûkeyekê rû bi rû ye. "
DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Jinan a Egîtîm Senê ya Wanê Funda Bozkurt diyar kir ku li dibistanan testên pozîtîf zêde ne û bêyî ku ji bo mamosteyan test bê kirin dest bi perwerdeyê hatiye kirin û got: “Di encama lêkolînan de hat dîtin ku tedbîrên ji bo perwerdeya rû bir û gelek qels in.Divê ji bo hemû zarokan perwerdehiyeke wekhev, xwe dispêre zimanê dayikê hebe.” DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Nurbarî Mîrcîhan ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin û dayika wê Adle Mîrcîhan da zanîn ku keça wê di encama polîtîkaya bêcezabûnê de hatiye qetilkirin û bang kir ku divê êdî jin neyên qetilkirin. Adleyê got bila gumanbar ji girtîgehê dernekeve. DÎMEN HEYE
 
*Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirina siyasetmedaran didomin. Jinên li Mexmûrê dijîn binçavkirinên ku pêk hatî şermezarkirin û gotin: "Îqtîdara Tirkiyeyê tu carî bi êrîşan naghije armanca xwe. Lê Gelê Kurd jî dê her tim li dijî êrîşan li ber xwe bidin."  BI DÎMEN 
 
*Helîn Şen li Sûrê di 2015’an de hat qetilkirin. Dayika wê Nazmiye Şen da zanîn ku ji roja keça wê miriye reş girê dide û alavên keça xwe kirine qutiyekê. Nazmiye li dijî biryra rawestandina darazê ya dadgehê jî bi berteke. DÎMEN HEYE
 
*Leyla Aydemîr a bi malbata xwe re çûbû gundê Bezîrhane û piştre ji holê winda bûbû, 18 roj şûnde cesedê wê hatibû dîtin. Berdewama rûniştina biryara dozê wê di 2’yê cotmehê de bê dîtin. Şahidê di dosyayê de nehatibûn guhdarkirin, tê payîn ku bên guhdakirin û her wiha wê parêzerên dosyayê jî der barê dosyayê de parastinê bikin.