Li 12 bajarî di 4 mehan de 197 binpêkirina mafan pêk hat

  • 17:08 28 Îlon 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Li gor rapora Komisyona mafê Jinê ya ÎHD'ê ya Îzmîrê li 12 bajarî di 4 mehan de 197 binpêkirina mafan pêk hat.
 
Şaxa Komisyona Mafê Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora xwe ya 4 mehî ya bajarên Balikesir, Kutahya, Denizli, Mugla, Uşak, Manisa, Afyon, Aydin, Antalya, Burdur, Isparta û Îzmir bi daxuyaniyekê li avahiya xwe eşkere kir. Ayşenûr Kirazoglu li ser navê Komisyona Mafê Jinê daxuyanî xwend. 
 
'Bersûc bi destên darazê bêceza hatin hiştin'
 
Ayşenurê bi lêv kir zimanê zayendperest ê îktidar û medyayê dibe sedem ku newekhevî normal bibe û wiha got:"Niha Peymana Stenbolê tê nîqaşkirin lê belê jin tên kuştin. Ji ber bêcezabûnê jin tên kuştin. Em ê li dijî sîstema baviksalarî li her platformê têbikoşin. "
 
Ayşenurê hinek binpêkirina mafên jinê yên pêk hatine wiha rêz kir:
 
*Lêdana jinê:28
 
*Tecawiz û destdirêjiya li dijî jinê: 7
 
*Cinayeta jinê:27
 
*Binçavkirinên têkildarî çalakiyên li dijî cinayetên jinan: 28
 
*Tundî û lêdana di çalakiyên jinan de.ç28
 
*Destdirêjî û heqareta di bin çavan de:4
 
*Tundî û tehdîdên li dijî LGBT'yan: 5
 
*Ferzkirina fuhuşê, îstismar û tundiya li ser zarokên  keç:9
 
*Întixar û mirina bi guman: 14
 
*Destdirêjiya bi rêya medyayê:3
 
*Daxistina cinayetên di jinan de:2
 
*Pesindayina cinayetên jinan a li ser medyaya civakî: 1
 
*Zordestiya ji bo ferzkirina fuhuşa li ser jinê:21"