Pervîn Bûldan dê sibê biçe serdana Qersê
- 15:41 28 Îlon 2020
- Rojane
QERS - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê sibê bi gelê Qersê re bê gel hev û li bajar hin serdanan pêk bîne.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, bi armanca piştgiriya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatiye binçavkirin, dê sibê biçe serdana Qersê û bi gelê Qersê re bê gel hev. Wê Pervîn li balafirgehê bê pêşwazîkirin û piştre li ber avahiya HDP’ê ya li bajar xîtabî gel bike. Tê payîn ku Pervîn Bûldan gel jî ziyaret bike û biçe Şaredariya Qersê.
Rêxistinê HDP’ê ya Bajar, bi belavokan gelê Qersê vexwendin bernameya xwe ya sibê.