Platforma Jinan a Enqereyê li dijî binçavkirinan civîn li dar xist

  • 14:09 28 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Li dijî binçavkirinan ji hêla Platforma Jinan a Enqereyê civînek hat lidarxistin û di civînê de wiha hat gotin: "Divê kesên ku hatin binçavkirin serbest bên berdan. Em ê li dijî polîtîkayên tirsandin û çewisandinê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Platforma Jinan a Enqereyê, li dijî binçavkirina siyasetmedarên civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Sendîkaya Kedkar, Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan (Tum Bel-Sen) hat lidarxistin. Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pakîze Sînemîllîoglu û gelek endamên platformê tevlî civînê bûn. Di civînê de pankarta "Bila kesên ku hatin binçavkirin serbest bên berdan" hat vekirin. Li ser navê platformê Asli Han daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Demên dawiyê li hemberî karkerên kurd êrişên nijadperestiyê gelek zêde bûn. Ji ber ku êrişkar nayên cezakirin bûyer her roja ku derbas dibe zêde dibin. Rojên borî du welatî ji helîkopterê hatin avêtin. Hemû nirxên mirovatiyê tên binpêkirin. Polîtîkayekê cewisandinê tê meşandin. Hemû tişt li dijî qanûnê ye. HDP vîna 6 milyon hilbijêr ne. Binçavkirin tê wateya darbeyê. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin ne cara yekem e ku bi binçavkirinan re rûbirû mane. Li vî welatî kedxwarî, zayendperestî û nîjadperestî çend zêde bûn li dijî vê jî muxalefetek çêbû. Ev binçavkirin avakirina rojevek din e. Lê divê bê zanîn em ê li ber xwe bidin. Em banga serbest berdana wan dikin. Jinên ku aştiyê avabikin dê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî polîtîkayên tirsandinê û çewisandinê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Civîn bi dirûşma "Kesên ku hatin binçavkirin bila serbest bên berdan" bi dawî bû.