Li Qamişloyê tundiya li ser jinê hat şermezarkirin

  • 13:29 28 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên ku di xebata  PYD'ê de cihê xwe digirin bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinê şermezar kirin.
 
Jinên ku  di xebata Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de cihê xwe digirin û bi tevlîbûna sazî û dezgehên jinan bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinê şermezar kirin. Daxuyanî li navenda PYD'ê ya bajarê Qamişloyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê PYD'ê hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Sîwan Mihemed ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Em wek endamên PYD’ê, di nava nîvîsgeha jinê PYD’ê de helwestên ne mirovî yên li dijî rastî jinê tên, bi tundî şermezar dikin. Em daxwazê ji rêxistinên mafê mirovan dikin ku di derbarê tundiya li ser jinê hin tedbîran bigirin û parastina rûmet û mafê jinê bikin. Em niha di sedsala 21'an de dijîn, lê heta roja îro jî kevneşopiyên kevin ên civakî li ser jinê ji aliyê mêran ve tên meşandin. Heta roja îro jî cihên dagirkirî mîna Serêkanî, Efrîn û Girê Spî jin rastî tundî, îşkence, girtin, tecawiz û revandinê tên. Em van kiryarên li dijî jinê bi tundî şermezar dikin. Em weke endamên tevgera azadî û rêxistina jinê bi fikir, raman û felsefeya Rêber Apo re dijîn.  Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li ber tundiya jinê rawestin û nehêlin jin rastî tundiyê werin. " 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.