Cezayê muebeta giran li Mesût Îssi yê Muzeyen Boylu kuşt hat birîn
- 13:24 28 Îlon 2020
- Rojane
AMED - Rûniştina biryarê ya doza Mesût Issi yê jina pê re zewicî Muzeyyen Boylû qetil kiribû hat dîtin. Dadgehê cezayê muebeta giran li Mesût Issi birî.
Muzzeyen Boylû û Mesût Issi li ber ji hev berdanê bûn. Messût Issi gule li Muzzeyen Boylû reşandibû û ew li naverastê ew qetil kiribû.
Rûniştina biryarê ya doza Mesût Issi yê girtî tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Mesût bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parêzerê bersûc jî di rûniştinê de amade bû.
Malbata Muzeyen, parêzerên wê Cîhan Aydin, Hatîce Demîr, Serdar Ozer, Oyku Çakmak û Sînan Tanrikûlû beşdarî rûniştinê bûn û li eywana dadgehê amade bûn.
Serokê dadgehê ji ber vîrûsa koronayê destûr neda rojnamevan rûniştinê bişopînin û ji bo şopandinê jî çend kes berda hundir.
Dozger biryara xwe eşkere kir û derbarê Mesût de ji sûcê “hevjîna xwe bi qestî kuştiye” muebeta giran xwest. Piştî parastinan dadger navber da danişînê.
Şandeya dadgehê pişt re civiya û ji sûcê “hevjîna xwe bi qestî kuştiye” muebeta giran da Messût Issi.