Li dijî binçavkirinan li Mêrdînê çalakiya rûniştinê

  • 12:45 28 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li dijî siyasetmedarên ku hatin binçavkirin li Mêrdinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermana Serdozgerê Komarê ya Enqereyê ve di 25’ê îlonê de hatin binçavkirin, derbarê binçavkirinan de bertek û nerazîbûn didomin. Ji hêla Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ve li ber avahiya partiyê daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî ji hêla parlamenter Mehmet Ruştu ve hat dayîn û wiha got: "Îqtîdara AKP-MHP'ê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de têk çû. Piştre jî dest bi êrişan kirin û 5 sal in jî êriş didomin. Her roj rêveberên partiyê tên binçavkirin û tên girtin. Di operasyona herî dawiyê de jî parlamenterên berê û endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî yên berê hatin binçavkirin. Li holê tu qanûn û hiqûq nîne. Pêvajoya hiqûqê nîne, darizandin nîne. Li holê tenê operasyonekê siyasî heye. Ev operasyonekê qirkirinê ye û ji hêla îqtîdarê ve pêk tê. Îqtîdar HDP'ê xeter dibîne û êrîş dike."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê jî piştî nîv saet şûnde bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.