Şêniyên Til Temirê êrişên dewleta tirk şermezar kirin

  • 12:05 28 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê kurd, ereb û aşûrî bi meşekê, êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. 
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya PYD'ê, şêniyên navçeya Til Temirê meşiyan. Meş bi dirûşma "Em dagirkeriyê têk bibin, nirxê şoreşê biparêzin", "Na ji dagirkerî û guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî" û " Em dagirkeriyê têk bibin, îşkenceya Îmraliyê bi dawî bikin"dest pê kir.
 
'Pêwistî bi yekîtiyê heye'
 
Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li dawiya Kolana Filîstînê rawestiya. Paşê ji Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdul Kerîm Sarûxan axivî û wiha got:"Ruxmî hemî êrîşên DAIŞ û dewleta tirk û hevalbendên wê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, serkeftin para yekîtiya gelan û hevgirtina wan bû. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 9 salin li dijî çeteyên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine perwerdekirin, şer dikin û berdelên giranbuha dan . Êrîşên dewleta tirk neviyên osmaniyan li dijî gelê kurd, ereb, aşûrî û ermeniyan nayê qebûlkirin. Em di pêvajoyeke nû û hesas de derbas dibin, pêwîstiya vê demê bi yekîtiyekê heye, ku em bikaribin rê li ber firehbûna dagirkeriyê bigirin, nirx û destkeftiyên Gelê Kurd biparêzin."
 
'Êriş li dijî hêza jin û projeya netewa demokratîk e'
 
Ebdul Kerîm bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Êrişên îro li dijî hêza jin û projeya Netewa Demokratîk e. Dewleta tirk êrîşî nasnameya jinê dike, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şengalê jî heman tişt bû û dibe jî. Jinan dikin amûreke ku bingehê civakê biruxînin û bikaribin bi hêsanî dest deyînin ser. Binçavkirina siyasetmedar û HDP'yan tê wateya qirkirina siyasî û sûcekî li dijî Gelê Kurd. Pêwîst e ku her kes rabe ser piyan, em tecrîdê bi dawî bikin û bikaribin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin."
 
Meş bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.