Dema binçavkirina siyasetmedaran dê bê dirêjkirin

  • 10:41 28 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - 20 siyasetmedarên ku bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê” hatin binçavkirin li MidÛriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Parêzeran diyar kirin ku li emniyetê îfade hêj nehatine girtin û wê dema binçavkirina wan were dirêjkirin. 
 
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û bi tevahî 20 siyasetmedar di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Siyasetmedar li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Parêzerên siyasetmedaran ragihandin ku li emniyetê hêj îfadeyên miwekîlên wan nehatine girtin û gotin wê dema binçavkirina wan were dirêjkirin. 
 
Parêzeran diyar kir ku derbarê lêpirsînê de “biryara nepen” heye û ew ê îtîrazî dirêjkirina dema binçavkirinê bikin. Parêzeran got ew ê hewl bidin bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtinê pêk bînin. 
  
Li aliyê din Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar ragihand ku siyasetmedar ji ber xwarinê jehrî bûne û jehriyê bandorek neyînî li ser Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Can Memîş û Îsmaîl Şengun û Ayla Akat Ata kiriye. Umît got Bîlgen, Can Memîş û Îsmaîl Şengun rakirine nexweşxaneyê, Ayhan Bîlgen ji nexweşxaneyê hatiye derxistin, Can û Îsmaîl li nexweşxaneyê hatine dermankirin û rewşa wan bi giştî baş e. 
 
Kesên ku hatine binçavkirin; 
 
Hevaşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen (Qers), Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors (Enqere), Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yên HDP’ê Nazmi Gur (Enqere), Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê Altan Tan (Amed), Parlamentera HDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Aka (Amed), Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê û parlamentera berê Emîne Ayna (Amed), Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder (Stenbol), endamên MYK’a HDP’ê yên berê Bîrcan Yorulmaz (Stenbol), Gulfer Akkaya (Stenbol), Berfîn Ozgu Kose (Stenbol), Dîlek Yagli (Stenbolê), Can Memîş (Stenbol), Gunay Kubilay (Stenbol), Bulent Parmaksiz (Stenbol), Zekî Çelîk (Hesabgirê Giştî - Balikesîr), Pervîn Odûncû (Îzmîr), Îsmaîl Şengun (Stenbol), Alî Urkut (Amed), Cîhan Erdal (Stenbol) û Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun (Stenbol).