Mîhrîcana Lêlûn bi xelatkirina derhêneran bi dawî bû

  • 10:01 28 Îlon 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Mîhrîcana Lêlûn a Fîlmên Navneteweyî yên ku di 21'ê îlonê de destpêkiribû, bi xelatkirina derhêneran bi dawî bû.
 
Mîhrîcana Lêlûn a Fîlmên Navneteweyî ku bi dirûşmeya "Tek gulek nabe gulistan" di 21'ê Îlonê de destpêkiribû, bi xelatkirina derhêneran bi dawî bû. Di mîhrîcanê de bi hezaran şêniyên kampê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa herêma Efrînê û Şehbayê, Kongreya Star, Tevgera Çand û Huner û Endamên Komîna Sînema Avrîn amadebûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, klîbek stranan bi navê Lêlûn hat pêşkêşkirin. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Şaziye Îbrahim Mîhrîcana Lêlûn a Fîlmên Navneteweyî li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Ev heftiyeke filim tên pêşkêş kirin. Di van fîlman de berxwedaniya gelê Efrînê ya 58 rojan hate nîşandan." 
 
Hevseroka Tevgera Çand û huner a herêma Efrînê Medya Hemdik jî wiha got: "Lidarxistina Mîhrîcana Lêlûn di nava şert û mercên zehmet a koçberiyê de gihîşt armanca xwe. Ev mîhrîcan nameya gelê berxwedêr nîşan dida."
 
Piştî axaftinan ji aliyê Mihemed Hec Wilo ve hunera temûr hate pêşkêş kirin. Paşê belge filimek li ser xebata 6 mehan a ji bo amadekirina mîhrîcana lêlûn hate pêşkêş kirin.
 
Derhênerên ku di filimên xwe de bi ser ketin navê filiman wiha ne:
 
Zîlan Silêman fîlma bi navê "Ber bi roj"
 
Komîteya Biryardayîn fîlma bi navê "Tayif Elzemken"
 
Anîmasyona fîlma bi navê "Ev alî û aliya din"
 
Belge film a bi navê "Mêrê kal û stranbêj"
 
Prodîksiyon fîlma bi navê "Ji bo azadî"
 
Mamosteya fîlma "Vegerê"
 
Kurte film "Veger"
 
Mîhrîcan bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê hunermend Niyazî Sîdo, Newroz Silêman, Ayngan Gorsê, Mihemed Bilko, Mufîda, Ciwan Hesen, Rêzan Bekir û Diyanan Ehmed ve bi dawî bû.