Polîs got ‘bavê wan e tiştek nabe’, zarok hatin îşkencekirin

  • 09:07 28 Îlon 2020
  • Rojane
RIHA - Mêrê bi navê Ramazan Çakmak yê îşkence li 3 zarokên xwe kir, bi sûcdariya ‘birîndarkirinê’ hat girtin. Dayik Narîn Çakmak ku zarokên xwe girtin cem xwe wiha got: “Me gilî kir lê polîs got ‘bavê wane tiştek nabe’ û em şûnde şandin. Heman rojê zarokên min hatin îşkencekirin.”
 
Li taxa Halîliye ya Rihayê mêrê bi navê Ramazan Çakmak li sê zarokên xwe yên di temenê 4, 6 û 8 de îşkence kir. Piştî bûyerê gumanbar hat binçavkirin û zarok jî rakirin nexweşxanê. Îfada zarokan di bin çavderiya psîkologan de hat girtin û gumanbar jî hat girtin. Dayika zarokan Narîn Çakmak axivî û got beriya bûyerê gilî kirine lê polîsan tiştek nekirine.
 
Cezayê herî giran dixwaze
 
Narînê ku 10 salan bi Ramazan Çakmak re zewicandî dimîne, tê îşkencekirin û şîdeta sîstematîk lê tê kirin û 5 meh berê malê terk dike. Narînê got gumanbar zarokên wê nedanê û li ser vê kurê xwe yê 1 salî girtiye û çûye cem dê û bavê xwe. Narînê got divê gumanbar cezayê herî giran bigire.
 
‘Nehişt ez zarokên xwe bigirim’
 
Narînê wiha got: “Carna bi rojan şîdet li min dikir. Cihekî ez biçimê tunebû. Min tiştek ji kesî re nedigot. Du mehan min ne dayika xwe dît ne jî ez ji mala xwe derketim. Min her cureyê şîdetê dît. Gumanbar bi dizî zewicî. Min qebûl nekir. Min got ez dev ji te berdidim. Li ser vê bi saetan îşkence li min kir. Piştre ez birim mala bavê min, tenê zarokê min yê biçûk da min. Nehişt ez zarokên xwe yên din bigirim.”
 
Jina pê re zewicî bi guman birîndar bû
 
Narînê wiha berdewam kir: “Zarokên min tirsandibûn, ji wan re digot êdî dayika we tune ye. Piştî demekê dayika wî dibêje; zarokan bişîne cem dayika wan, tiştek bi zarokan bê em nikarin tu bersivê bidin. Li ser vê şandin cem min. Meh û nîvekê şûnde em fêr bûn ku jina gumanbar pê re zewiciye bi guman birîndar bûye. Me sedema wê fêm nekir. Me bihist ku ji nava xwe hatiye birîndarkirin. Gotin wê wisa kiriye. Lê me bawer nekir. Der barê Ramazan de tiştek nehat kirin.”
 
‘Zarokên min girtin’
 
Narînê bi lêv kir ku gumanbar zarok dîsa jê girtiye û wiha pê de çû: “Şevekê li derî xist û zarokên min girt. Piştî demekê ez fêr bûm ku ji bo li zarokan binêre jinek aniye malê. Gumanbar roja ku îşkencê li zarokan bike êrîşê malbata min jî kir. Me gilî kir lê tiştek nekirin. Em fêr bûn ku şîdetê li zarokan dike. Em çûn qerekola Şehîtlîkê. Polîsan got ‘bavê wan e tiştek nabe’ û em şandin malê. Zarokên min wê şevê îşkence kirin.Polîs ji wê şevê berpirsin.”
 
‘Bila dengê me bibihîzin’
 
Narînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “îşkenca giran li zarokên min kiriye. Bedena wan hemû reş bibû. Du rojan îşkence lê kiribû. Ev êşeke mezin e. Zarok birçî dihiştin. Tiryak bi kar dianî, difrot. Herkesî ev dizanibû. Berê jî ji hişbirê sabikaya wî hebû. Xwestin zarokan bidin yurdê lê zarokan nexwest. Zarokan ez dixwestim. Ez dixwazim ku gumanbar cezayê herî giran bigire û her kes dengê me bibihîze."
 
Gumanbar ji sûcê ‘birîndarkirinê’ hat girtin û parêzerê Narînê, Abdurrahman Ilik jî bertek nîşan da û got ku bûyer ne bûyerek ji rêzê ye û sûcdariyeke mezin e..