‘Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e’

  • 09:06 28 Îlon 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku aştî bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkane û gotin Gelê Kurd bi salan e zil, Îşkence û kuştinê dibîne. Dayikên Aştiyê her wiha dan zanîn ku wê ev heta ku derê bidome.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin û bersiv nayê dayîn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê bertek nîşanê tecrîdê dan û balkişandin ser zextên li ser kurdan û gotin divê êdî aştî pêk bê.
 
‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî jî pêk nayê’
 
Azîze Armut daxuyakirin ku yekane daxwaza wan aştî ye û got: “Aştî ji bo hemû gelan tê wateya aramiyê. Dewleta tirk dibêje Kurd tune ne. Her tiştî tînin serê kurdan. Îşkence, girtin û êrîşan pêk tînin. Tevî van em dîsa aştiyê diqîrin. Min heta vî temenî li vî welatî aramî nedît. Bi taybet 18 sal e hîn bêtir xera bûye. Ji bilî zilmê tiştek din tune ye. Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e. Gelo wê ev mirin û kuştin heta ku derê bidome.”
 
‘Divê yekitî bê avakirin’
 
Amîne Amudar jî tecrîd şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî bes e, bila ev şer biqede. Heta yekitiya gelan tune be wê ne aştî, ne wekhevî û ne jî azadî bê. 22 sal e tecrîd didome. Bila bi Abdullah Ocalan re girtiyên din jî bên berdan.”
 
‘Divê desthilatdarî jî aştiyê bixwaze’
 
Gulê Polat jî bi lêv kir ku Gelê Kurd aştiyê dixwaze û wiha dawî lê anî: “Li vê cîhanê cih têrî me hemûyan dike. Ev welat yê me ye jî. Her ku em dibêjin aştî ew berovajî vê dikin. Bi azadiya Abdullah Ocalan wê aştî pêk bê. Pêkhatina aştiyê qet ne zehmete.