‘Kobanê ne mijara partiyek siyasî, têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd e’

  • 09:03 28 Îlon 2020
  • Rojane
 
WAN - Cigira seroka Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, bertek nîşanê binçavkirinên di bin navê ‘operasyona Kobanê’ de, da û diyar kir ku Kobanê ne mijara partiyeke siyasî, têkoşîneke rumetê ya Gelê Kurd e.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di çarçoveya lêpirsîna der barê çalakiyên Kobanê yên di navbera 5-8’ê cotmeha 2014’an de pêk hat de hatibûn destpêkirin de, di nav de parlamenterên HDP û endamên MYK’î yên demî jî hene biryara binçavkirina 82 kesî hat dayîn. Di operasyona hat destpêkirin de 20 siyasetmedar hatin binçavkirin. Bertekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya li hember HDP’ê her diçin zêde dibin.
 
‘Hikûmeta Kobanê nexist hewl dide bi vê helwestê xwe heyî bike’
 
Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Azadî û Mirovahiyê (PÎA) Menîce Gulmez bi lêv kir ku operasyona li hember HDP’ê li hember hemû gelên Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonên lihember HDP’ê her çiqas bê gotin ku têkildarî Kobanê ne jî, di esasê de ji hewldanên veşartina kaosê ya li welat wêdetir nînin.Kobanê ne mijareke partiya siyasî ye, mijara rumeta gelekî ye. Hikûmeta ku Kobanê nexwest, ev hezim nekir û hewl dide li ser vê siyasetê bike û xwe heyî bike.”
 
‘Em yek kes jî bimînin wê têkoşîn bidome’
 
Hevşaredara Ebexê ya Wanê Leyla Atsak ku mazbata wê nehatibû dayîn jî destnîşan kir ku êrîşên li hember têkoşîna kurd sîstematîk bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîş li hemer Gelê Kurd û têkoşîna jinan e. Têkoşîn û daxwazên me di cih de ne. Ji ber vê jî zext zêde dibin. Zext û binçavkirin nikarin me bitirsînin. Me ev têkoşîn çawa da destpêkirin em ê wisa bidomînin. Heta yek kes jî bimîne wê têkoşîna kurd bidome.”
 
‘Eleqeya operasyonan bi Kobanê tune ye’
 
Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur jî daxuyakirin ku yên ku digotin wê Kobanê bikeve, serkeftina wê hezm nekirin û wiha pê de çû: “Operasyona li hember HDP’ê eleqeya wê bi Kobanê tune ye. Operasyonên li hember HDP’ê nîşaneya tirsa desthilatdariyê ne. HDP bi ser dikeve, Gelê Kurd bi ser dikeve, gel bi ser dikeve. Ew jî ditirsin. Ev talîmata MHP’ê ya ji bo Erdogan e. Em talîmatên wan nas nakin. Pêngaveke ku HDP’ê daye destpêkirin heye. Ev pêngav digihêje serkeftinê. Serkeftin jî tê wateya qedandina Erdogan û AKP’ê. Ji ber vê jî bi ser HDP’ê de tên.”
 
‘Hewldanên wan vala ne’
 
Hevşaredara Bêgiriyê ya Wanê Leyla Balkan ya qeyûm tayînê şûna wê bû jî bi van gotinan bertek nîşan da: “AKP êşa krîza aborî nikare bide sekinandin, êşa ku nikare dewletê bi rêve bibe dikişîne û bi êrîşa li hember HDP’ê dixwaze rabe ser xwe. Lê mixabin hewldanên wan vala ne. Operasyon ji bo bêdengkirin û çewisandina gel e. Têkoşîna gel ne bi 10 kesî bi 20 kesî bi mîlyonan wê bidome.”