'Em ê xwedî li siberoja zarokên xwe derbikevin'

  • 09:02 28 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ- Rêvebera Dibistanên Navçeya Til Temir û gundên wê Behiya Mamo sala xwendinê ya 2020-2021'ê nirxand û wiha got: "Xewna bi hezaran xwendekarên ku bendewarê vekirina deriyê dibistanan bûn, îro pêk hat û vegeriyan refên xwe. " 
 
Bi êrîşa ku dewleta tirk a dagirker ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de kir sala xwendinê ya 2019-2020'î hat rawestandin. Di encama vê êrîşa hovane de bi dehan dibistan hatin topbarankirin. Her wiha heta niha gelek  dibistan li herêmên dagirkirî di xeta agir de ne û hin ji van dibistanan jî dewleta tirk ji bo xwe û çeteyên girêdayî xwe kirine baragehên leşkerî. Li ser biryara Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro 4 hezar û 92 dibistanên seretayî,navîn û amadeyî deriyê xwe ji xwendekaran re vekirin. Rêvebera Dibistanên Navçeya Til Temir û gundên wê Behiya Mamo li ser sala xwendinê ya 2020-2021'ê nirxandin kir û derbarê amadekariyên xwe yên perwerdê yên ji bo vê salê de agahî dan.
 
'Dewleta tirk sîstema perwerdê hedef girt'
 
Behiya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha pêde çû: "Dewleta tirk di serî de êrîş biririn ser dibistanan û xwendekar hefef girtin.  Berî êrîşan nêzî 13 hezar xwendekar li 126 dibistanan hatibûn bicihkirin. Niha 17 dibistan di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne, 15 dibistan di bin xeteriya êrîşan de ne û li 37 dibistanan jî koçberên Serêkaniyê û yên navçeya Til Temirê li wan  bi cih bûne."
 
'Hemû xwendekar wê para xwe ji perwerdê bigirin'
 
Behiya destnîşanî hejmara dibistanên ku niha zarok lê perwerdeyê dibînin kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Îro bi hezaran zarokên ku bendewarê vekirina deriyê dibistanan bûn, xewna wan pêk hat û vegeriyan refên xwe. Niha 57 dibistanên me hene û zarokan îro li wan dest bi sala xwendinê kirin.  Hemû şagirt wê para xwe ji perwerdeyê bibînin. Ji ber hejmara kêm a dibistanan û zêdebûna hejmara xwendekaran, di rojê de em ê 3 danan perwerdê bidin. Di vê rewşê de em ê tenê li ser biranşên bingehîn yên wekî zanyarî, bîkarî û ziman perwerdê bidin. Li kêleka perwerdê em ê tedbîrên xwe ji bo parastina zarokan ji vîrûsa koronayê jî bigrin û di vî alî de pêwîst e ku malbat jî bi me re bibin alîkar."
 
'Projeyên me di her warî de hene'
 
Behiya bal kişand ser dibistanên ku koçber li wan bi cih bûne jî û wiha dirêjî da axaftina xwe ser projeyên xwe: "Li gorî projeya me ya îsal, em ê dibistanên gundên Aşûriyan ku koçber li wan hatine bicihkirin vala biki. Ger ku em vê nekin jî em ê cihên nû ji bo perwerdeyê bibînin. Em niha li ser vê projeyê dixebitin ku bikaribin çareseriyekê ji xwendekarên ku bê perwerde mane re bibînin."
 
'Em ê tedbîrên xwe bigirin'
 
Behiya ji bo xwendekaran û parastina wan ji vîrûsa Koronayê jî wiha got: "Projeya me ji bo parastina zarokan û têghiştina wan a derbarê vîrusa Koronayê de jî heye. Di vî warî de em ê mamoste an jî endamek ji beşa tendrustiyê eyar bikin. Di heman demê de em ê hêjamra zarokan di refê de kêm bikin û wan dûrî hev bikin. Her wiha rojane wê dibistan bên şûştin û dezefentekirin."
 
'Em ê xwedî li siberoja zarokên xwe derkevin'
 
Behiya bang li malbatan kir ku alîkariyê bidin wan di aliyê parastin û perwerdekirina zarokan de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em û malbatan bi hev re em dikarin zarokên xwe baş perwerde bikin. Zanist asta pêşketinê ya civakê ye. Divê  em bi hev re xwedî li siberoja zarokên xwe derkevin."