ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 28 Îlon 2020
  • Rojev
*Rêvebera Dibistanên Navçeya Til Temir û gundên wê Behiya Mamo sala xwendinê ya 2020-2021'ê nirxand û wiha got: "Xewna bi hezaran xwendekarên ku bendewarê vekirina deriyê dibistanan bûn, îro pêk hat û vegeriyan refên xwe.  DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku beşdarî 1'emîn Mîhrîcana Sînemayê ya Lêlon bûn li ser naveroka filîmên mîhrîcanê nêrîna xwe anîn ziman û ev tişt gotin: "Naverokên filîmên ku hatin pêşkêşkirin diyar kir ku jiyana gelan li tevahî cîhanê yek e. Ev yek bi taybetî di warê têkoşîna azadiya jinan de xwe dide der. Ji  bo wê dem dema şikandina zincîrên koletiyê û çûna ber bi azadiyê ve ye." DÎMEN HEYE
 
*Cigira seroka Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, bertek nîşanê binçavkirinên di bin navê ‘operasyona Kobanê’ de, da û diyar kir ku Kobanê ne mijara partiyeke siyasî, têkoşîneke rumetê ya Gelê Kurd e. DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku aştî bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkane û gotin Gelê Kurd bi salan e zil, Îşkence û kuştinê dibîne. Dayikên Aştiyê her wiha dan zanîn ku wê ev heta ku derê bidome. DÎMEN HEYE
 
* Mêrê bi navê Ramazan Çakmak yê îşkence li 3 zarokên xwe kir, bi sûcdariya ‘birîndarkirinê’ hat girtin. Dayik Narîn Çakmak ku zarokên xwe girtin cem xwe wiha got: “Me gilî kir lê polîs got ‘bavê wane tiştek nabe’ û em şûnde şandin. Heman rojê zarokên min hatin îşkencekirin.”