Li Mexmûrê binçavkirin hat şermezarkirin

  • 08:37 28 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina binçavkirina siyasetmedarên li Tirkiyeyê daxuyaniyek dan. 
 
Li Wargeha Penberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) ji bo şermezarkirina binçavkirina siyasetmedarên HDP’ê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehidan pêk hat. Daxuyanî ji aliyê mamoste Mehemed Şîrîn ve hate xendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev bi dehan sal in dewleta tirk li ser gelê me qetliaman dike. Di roja meya  îro de ew kesên ku li hemberi êrişên DAÎŞ’ê daxuyanî dan û qirkirinên li ser kurdan şermezar kirin hatin girtin. Bi van girtinan dixwazin tola DAÎŞ’ê rabike bila baş bizane ew bi xwe têk çûye. Çawa lehengên kurd li Rojava li berxwedan, wê iro jî li berxwe bidin. Bila nebêje bi girtinan ez ê çavê Gelê Kurd bitirsinim we nekaribe vîna gel bixwe.
 
Em weke gelê wargeha penaberan a Mexmûrê em banî tevayî Gelê Kurd dikin pêwîste em ji erîşên bi vî awayî ne tirsin ew kese ku dibeje ez welatparezim di  divê ji van êrîşan re bêdeng nemînin. Heta dawiyê em ê bi siyasetmedarên xwe yên kurd re berxwedana xwe mezin bikin û em berxwedana siyasetmedarên xwe gelek girîng dibînin. Em weke gelê Mexmûrê van erîşan şermezar dikin û em berxwedaniya Rêeber APO û girtiyên zindanan silav dikin.”