Li dijî tundiyê bûn endamên HDP'ê

  • 17:11 27 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Li Wanê 6 kes li dijî êrîşên li hemberî HDP’ê, bûn endamên HDP’ê. 
 
Li Wanê 6 welatî çûn HDP’ê û li dijî operasyona ku bi hinceta bûyerên Kobanê li dijî wê pêk hatin, endamtiya xwe ya HDP’ê çêkirin. Ji welatiyan Zubeyda Çolak, diyar kir ku bila êdî mirin kuştin pêk neyê û wiha got: “Bila zilma li ser zarokên me êdî bi dawî bibe. Êdî bes e. Hevaşredaran digirin. Dest nedin vîna me. Ji bo ku ji vê zilmê re bibêjin bes e hatim bibim endam.”
 
Zehra Kaplan jî got ku ji bo li dijî zextên li ser HDP’ê derkeve dibe endama HDP’ê. 
 
Hevserokên navçeya Rêya Armûşê yên HDP’ê Canan Ûzûnay û Tûncer Saginç banga endatiyê li gelê Wanê kirin û ev tişt gotin: “Divê gelê me li cihê lê biçe rêxistinên me yên bajar û navçeyan bibin endam. Em tev bi hev re li partiya xwe xwedî derkevin. Divê em vê zilmê vala derxin.”