Evîn Siwêd : Bi berxwedana jinên têkoşer em ê serkeftinê misoger bikin

  • 15:01 27 Îlon 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê 2'emîn Konferansa Kongreya Star de nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: “Pêwist e di vê konferansê de em bi yek biryarê rê li pêşiya kiriyarên ku jinan hedef digirin bigirin.  Serkeftina me hebûna me mayinde dike. Bi têkoşîna jinên têkoşer em ê serkeftinê misoger bikin. ”
 
2’emîn Konferansa Kongreya Star a kantona Hesekê bi tevlîbûna 125 delegeyên ji nûnerên sazî û desgehên jinan ên Kantona Hesekê berdewam dike. Di konferansê de kar û xebatên du salan ê Kongreya Star li Kantona Hesekê bi rengekî berfireh hatin nirxandin. Têkildarî naskirina armancên konferansê û pêşveçûna xebatên wê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
 ‘Bi berxwedana jinên têkoşer wê destkeftiyên me misoger bibin’
 
Evîn di destpêka axaftina xwe de  gef û êrîşên dewleta tirk li herêmê nirxand û wiha got: “Ev demeke  me dest bi komcivînan  ji bo jinan li tevahî navçe û bajarokan kiribû. Kantona Hesekê rewşa wê hinekî cuda bû, ji ber hin bajarên girêdayi Kantona Hesekê mîna Til Temir û Zirgan di xetên agir de ne. Rojane li van bajaran êrîş tê kirin. Tevî vê yekê jî di nava şert û mercên zehemt de me konferansa Kantona Hesekê li dar xist. Em dixwazin xwe bighînin tevahî jinan ku li dijî êrîşan bikarbin xwe bi rêxistin bikin û jêre bibin bersîv. Bi bi berxwedana jinên têkoşer wê destkeftiyên me misoger bibin.” 
 
‘Em dixwazin jiyaneke aram ji bo tevahî jinan bi dest bixin ‘
 
Evîn di dewamiya axaftina xwe de armanca lidarxistina konferansê anî ziman û wiha pê de çû: “Armanca me ji li darxistina konferansê ew e ku em xebatê jinan li tevahî kantonê xurtir bikin. Ji ber ev demeke dirêj bû ku evqas jin kom nebibûn. Di konferansê de jin rehet dikarin xebatên xwe bînin ziman, pirsgirêkên xwe çareser bikin û tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin. Her wisa li aliyekî din jî me xwest em rewşa jinan li bajarên nêzî deverên ku dewleta tirk li herêmê dagir kirine bibînin. Ji bo jinên wan bajaran jî tenê nemînin em ê xwe bighînin wan jî û rewşa wan ji nêz ve bişopînin. Em dixwazin jiyaneke aram ji bo tevahî jinan bi dest ava bikin.” 
 
‘Jin hêza çareseriyê ne’
 
Evîn di dawiyê de serkeftin ji hemû jinên ku beşdarî konferansê bûne re xwest û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em dixwazin hemû jin bên perwerdekirin,  ji ber ku jin hêza çareseriyê ne. Pêwist e di vê konferansê de em bi yek biryarê rê li pêşiya kiriyarên ku jinan hedef digirin bigirin. Serkeftina me hebûna me mayinde dike.”