'Pêkanînên Tirkiyê li dijî pîvanên demokrasiyê ne'

  • 13:08 27 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî û rêxstinên civaka sivîl yên Herêma Firatê, li dijî girtina Endam û Rêveberên HDP`ê ji aliyê dewleta tirk ve daxuyaniyek dan û gotin: "Pêkanînên Tirkiyeyê li dijî pîvanên demokrasiyê ne, divê li qada navneteweyî helwest bê nîşandan û hesab ji Erdogan were xwestin."
 
Dewleta tirk bi hinceta piştgiriya endamên HDP`ê ji bo berxwedana Kobanê, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan jî di nav de 82 binçav kirin. Li dijî van kiriyarên dewleta tirk Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê, Partiya Çep a Kurdî, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Kantona Kobanê li qada Jina Azad daxuyaniyeke hevpar dan û operasyona li dijî HDP'ê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî dagirkerî, faşîzimê em ê bi hev re li ber xwe bidin", "Bi rihê berxweda Kobanê em ê bi ser kevin" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Nîhad Ehmed ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Dewleta tirk dijminantiya demokrasiyê dike û piştigiriya xwe ya bi komên terorsît re didomîne. Di vê çarçoveyê de faşîzma Tirkiyê bi bihaneya piştgiriya ji berxwedana Kobanê re ya li dijî Çeteyên DAIŞ`ê  82 kesên ku endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelên (HDP) jî di nav de hebûn binçav kirin. Çarenûsa kesên hatine binçavkirin jî ne diyar e. Dewleta tirk piştgirî û yekîtiya kurdan a li dijî çeteyên xwe ên ku xwestin nasnameya kurdî qir bikin, tehmûl nekir. Pêwindiya di navbera AKP`ê û rêxstinên radîkal de ku di bin ala osmaniya nû de dixwazin li ser hesabê pirojeya demokratîk xeyalên xwe pêk bînin êdî eşkere dibe. Dewleta tirk gelê Sûriyê dike amûra pêkanîna pilan û pirojeyên xwe.   Her wiha çeteyan dişîne welatên wekî Sûriye, Îraq, Lîbiya û Ermenistanê.
 
Em weke Rêveberiya Xwesriya Demokratîk, partiyên Siyasî û rêxstinên civaka Sivîl kiryarên dewleta tirk ku bi tu şêwazî têkiliya wan bi demokrasiyê re tune ye, şermezar dikin. Divê rêxstinên bi azadiyê re pêwindîdar û dewletên navnetewî ji bo siyaseta dewleta tirk a ku azadî û nasnameya gelan tune dike helwesta xwe nîşan bidin. Divê hesabê tewan, suc û qirkirinên rêjîma Erdogan ku jiyana siyasetmedaran difetisîne, azadiya wan sînordar dike bê pirsîn.”