2'emîn Konferansa Kongreya Star a Hesekê hat destpêkirin

  • 12:44 27 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star a Kantona Hesekê bi dirûşma ‘Bi Têkşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin’2'emîn konferansa xwe da destpêkirin. 
 
2'emîn konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê bi dirûşma ‘Bi Têkşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin şoreşa jinê misoger bikin’ hat destpêkirin. Konferans li Hola Teyfûr a taxa Til Hecer bi tevlîbûna 125 delegeyên jin yên ji navçe, bajarok û saziyên jinan ên Kantona Hesekê tê lidarzistin. Her wiha di konferansê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Hîva Erebo,Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Rêvebera Meclîsa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên û Rêvebera Yekîtiya Jinên Suriyan Meha Şabo jî di konferansê de cih girtin. Li hola konferansê wêneyên têkoşerên jin ên di encama têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan hatin daleqandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Hîva Erebo axaftina vekirinê ya konferansê kir. 
 
'Civaka ku jin tê de ne azad be kole dimîne'
 
Hîva di destpêka axaftina xwe de konferans li hemû jinên têkoşer ên ku di oxira azadî û di têkoşîna azadiya jinan de jiyanan xwe ji dest dane pîroz kir û wiha pû de çû: "Hemû hêzên desthilatdar dixwazin şoreşa jinan têk bibin. Her wiha rojane jin bi hemû cureyên êrîşan re ru bi ru dimînin. Di her kêliyê de jinên şoreşger di nava têkoşînê de ne, em rojane serkeftinên  nû dijîn û jinan hînî azadiyê dikin. Îro zîhniyeta dewletê êrîşî projeya netewa demokratîk dike ku lingê vê êrîşê yê bingihîn jin e. Civakeke ku jin tê de ne azad be kole dimîne."
 
Hîva di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û wiha berdewam kir: "Êrîş û gefên dewleta tirk bi armanca qirkirina gelên herêmê û bi taybetî jî gelê Kurd didomin.  Li hember van êrîş û gefan  pêwist e em berxwedana xwe mezin bikin û jin dest ji têkoşîna azadiya xwe venegerin.  Em di merheleyeke dîrokî re derbas dibin, pêwist e em jî wekî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê mohra têkoşîna xwe li dîrokê bixin. Li dijî qirkirina gelan em xwe bi rêxistin bikin û gavên pêşketî bavêjin."
 
Piştî axaftina vekirinê ji bo dîwana konferansê 5 jin hatin hilbijartin. Her wiha konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ên li ser rêxistina jinê didome.