Ne êşa dayika Ceylanê kêm bû, ne jî awirên Ceylanê ji ber çavên me çûn

  • 11:14 27 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Di ser qetîlkirina Ceylan Onkol re 11 sal derbas bûn. Lê ne êşa dayika Ceylanê kêm bû, ne jî awîrên Ceylanê ji ber çavên me çûn. Dayika Ceylanê, Salîha Onkol a ku 11 sal e ji bo keça xwe li pey edaletê ye wiha got: “Ev êş di dile min de bûye kul û elem. Dema dibêjin Ceylan, kêliya qetîl kirina Ceylana min tê bîra min. Ceylana min parçe kiribûn. Ez hêj nikarim navê neviya xwe ya bi navê Ceylan hildim.”
 
Li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê zarokên kurd li gel zextên kuştinê yên dewletê têkoşîna jiyanê didin. Ji ber ku li Amedê Enes Ata(8), li Licêyê Ceylan Onkol(12), li Qoserê Ugur Kaymaz(12), li Cizîrê Cemîle Çagirga(10) û bi dehan zarokên kurd ji ber polîtîkayên şer ên dewletê hatine qetîlkirin. Hinekên wan bi guleyan, hinek ji wan bi bombeyên gazê û hinekên wan jî bi gulebarana ji asîmanan a dewleta Tirk hatine qetilkirin. Zarok tên qetilkirin û kujerên wan bê ceza tên hiştin. Lê mabatên van zarokan li gel van pêkanînan jî hîna hêviya xwe ji edaletê qut nekirine û têkoşîna xwe didomînin.  
 
Ji van zarokên ku hatin qetilkirin yek jê jî Ceylan Onkol (12) ye. Ceylan, di 28'ê Îlona 2009'an de li mezra Xanbaz a girêdayî gundê Kanîspî yê navçeya Licê ya Amedê, dema ku sewal diçêrandin, bi guleya hewanê ku ji aliyê qereqolê ve hatibû avêtin, hat qetilkirin. Cenazeyê Ceylanê li cihê bûyerê 6 saetan li erdê hatibû hiştin û rayedarên Serdozgerê Komarê ya Licê bi hinceta ewlehiya canê wan tune ye' neçûbûn cihê bûyerê. Lê dayika Ceylanê, Saliha Onkol a ku parçeyên bedena keça xwe di dawa xwe de kom kiribûn, hemû delîlên li cihê bûyerê ku dîtibûn jî radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribûn.  Ji ber ku sewalên dihatin çêrandin zerar nedîtin û li cihê gule lê ket ti kurahî pêk nehat hat îdiakirin ku Ceylan hedef hatiye girtin û bi wî awayî hatiye qetilkirin. 11sal di ser qetilkirina Ceylanê re derbas bûn.  Malbata Ceylanê û parêzerên dozê derbarê mirina Ceylanê de li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê  bi daxwaza100 hezar TL  tazmînata aborî, 150 hezar jî tezmînata manewî li dewletê doz vekirin. Lê dadgehê biryar da ku 28 hezar, 208 lîre û 85 kuruş tezmînata aborî bidin malbatê û tazmîntata manewî jî red kirin.
 
'Awirên wê ji ber çavên me naçin’ 
 
Piştî rêwitiyek dirêj me xwe gîhand gundê Dolek ê ku ji çend malan pêk tê û bi şînahtiya xwe tê zanîn. Em ji bo mala Ceylanê bibînin hinekî li nava gund digerin. Dema em diçin mala Ceylanê ya ku bi keviran hatiye çêkirin, birayê wê me pêşwazî dike. Me li bav û dayika wê pirsî, lê gotin bavê wê çûye navenda Licê, dayik jî niha bi karê baxçe re  mijûl e. Di wê navbera ku me çavên xwe li malê digerand wêneyê Ceylanê yê bi dîwêr dardekirî bala me kişan. Çavên Ceylanê yên gir ku wekî li mirov dinêre bandoreke mezin li ser me hişt. Li Tenişta wêneyê Ceylanê  wêneyekî Şahmeranê jî hebû. Lê li gel wêneyê şahmeranê wêneyekî biçûk ê Ceylanê jî di heman çarçoveyê de hatibû bicihkirin. Li her quncikeke malê em bi çavên Ceylanê re dihatin rûhev. 
 
‘Tenê wêneyê Ceylana min ji min re ma'
 
Piştî demekê dayika Ceylanê bi şalvarê xwe ji baxçe hat û bi dilgermiyek mezin me hembêz kir. Me xwe da naskirin û me bi malbatê re dest bi sohbete kir. Dema ku me navê ceylanê digot awîrên dayikê dizîvirîn û di paceyê re li derve dinêrt. Birayê Ceylanê wêneyê wê yê wesîqe ku hatiye mezinkirin anî û da destê dayikê. Dayika Ceylanê wêneya ku piştî mirina Ceylanê   hat belavkirin xist hembêza xwe û wiha got: “Wêneyek Ceylana min tenê ji min re maye. Wêneyek din jî hebû ez û wê têde bûn, lê kesekî bir û neanî.  Dema ku me ev wêneyê Ceylana min kêşand 7 salî bû lê dema ku hat qetilkirin 12 salî bû.”
 
‘Dema keçên di temenê wê de dibînim xemgîn dibim’
 
Salîhayê bal kişand ser tevgera Ceylanê û wiha got: “Ceylan zarokeke jîr bû. Niha zarokên di temenê wê de mezin bûne. Dema ku keçên gund ên di temena Ceylanê de dibînim pir xemgin dibim. Heke Ceylana min sax bûya wê ew jî wisa bûya. Ceylana min jî wekî wan zarok û ciwanên ku tên qetilkirin hat qetilkirin. Zarokên me êşa xwe di dilê me de dihêlin û diçin. 
 
‘Navê neviya xwe nikarim bêjim’
 
Salîha got dema navê Ceylan derbas dibe jê re giran tê û ev tiştê anî ziman: “Dema Ceylan hat qetîlkirin bûka me ducanî bû. Piştî Ceylanê me navê pitika xwe danî Ceylan. Lê ez nikarim jê re bejim Ceylan. Şûne wê de dibêjim “pitik”, dema kesek dibêje Ceylan ji min re pir giran tê. Ez ji pitikê gelek hez dikim le hê jî nikarim navê wê bêjim. Ez çi bikim, ev êş di dile min de bûye kul û elem. Dema dibêjin Ceylan, kêliya qetîlkirina Ceylana min tê bîra min. Ceylana min parçe kiribûn. Min parçeyên Ceylana xwe di dawa xwe de kom kiribûn. Ez ê çawa ji bîr bikim. Dile min parçe parçe ye û kezeba min dişewite.”
 
‘Em çûn serdana gora Ceylanê’
 
Piştî axaftinê em ji bo ku biçin serdana gora Ceylanê, bi Salîha re ketin rê. Çawa ku em çûn, Salîhayê gora keça xwe hembêz kir û dest bi dua kir. Destê xwe da axa li ser gorê û wiha got: “Kesek hatibû û kulmek ji axa gora Ceylana min ji xwe re bir heta Stenbolê. Ev dara li ser gorê çandî jî kesekî din anî û çand. Gelek kesî êşa Ceylana min di dilê xwe de hîs kir.”
 
Piştî Serdana gorê me xatir ji malbatê xwest û em ketin rê. Em nekarin biçin destê dayikê ji ber sedema tevdîrên Vîrûsa Koronayê. Carinan ji bo pênasekirina êşê pêdîvî bi gotinê namîne. Bi carekê re çavên min çûn ser dawa dayikê ku wê rojê parçeyên Ceylanê têde kom kiribûn. Êşa Salîhayê ji awirên çavên wê û xemgîniya li ser rûyê xwe dida der.
 
Dema em ji gund veqetîyan dayikên zarokên din ku hatine qetîlkirin hatin hişê min. Dayika Ceylan, dayika Cemîle, dayika Ugur û ewqas dayikên berxwedêr. Min got  gelo ev dayik çawa dikarin ewqas êş di dilê xwe de bihêlin?