Jin ne li dadgehan di çapemeniya civakî de li maf digerin

  • 09:06 27 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - S.Ç ya rastî rastî şîdeta mêr hat û bi têkoşînê dest ji mêrê pê re zewicî berda hîna rastî tehdîdê tê. S.Ç da zanîn ku polîtîkayên bêcezabûn û nîqaşkirina Peymana Stenbolê rê li ber vê vekiriye û got ne dadgeh, çapemeniya civakî bûye cihê lêgerîna maf.
 
Di salên dawî de piştevanî û têkoşîna hevpar ya tê dayîn hêzê dide jinan. Jinên rastî her cureyê şîdeta mêr tên, bi piştevaniya dibînin dengê xwe bilind dikin û biryarên bi cesaret digirin. S.Ç ya der barê jiyana xwe de biryarên girîng girt bi têkoşîneke mezin dest ji mêrê ku pê re zewicandîbû N.Ç berde. S.Ç şîdeta dît û tiştên di vê pêvajoyê de jiya vegot.
 
‘Ceza tune ye’
 
S.Ç bi lêv kir ku di encama şîdeta sîstematîk de biryara berdanê daye û got piştî doz vekiriye, ew û malbata wê rastî tehdîdên mirinê yên N.Ç hatine û wiha pê de çû: “N.Ç tehdîdên xwe li ser çapemeniya civakî parve kir. Giliyên min vegeriya dozê lê hîna jî biryarek nehatiye girtin. Kelepçe elektronîk li N.Ç dan lê derxist. Tenê 4 rojî cezayê girtîgehê danê. Ji ber vê ez bi fikar im. Polîtîkayên bêcezabûnê cesaretê dide mêr. N. dizane ku ceza tune û parvekirinên xwe dike. Dibêje ‘belê ez tehdîd dikim, cezayê tiştê ez dikim sivik e’. Min gelek caran gilî kir. Lê ceza negirt û tehdîd berdewam kir. Ji bo parvekirinên çapemeniya civakî jî ceza nedanê.”
 
‘Edelet di çapemeniya civakî de ye’
 
S. daxuyakirin ku yekane rêya li dijî bêcezabûnê çapemeniya civakî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin êdî li ser çapemeniya civakî maf dixwazin. Ev şerma hiqûqa dewletê ye. Em çiqas dengê xwe bilind bikin wê ewqas pêşî li kuştinên jinan bê girtin. Li ser çapemeniya civakî li edaletê digerin. Bi rastî ez bi xemgînî dişopînim.”
 
‘Peymana Stenbolê pêk bê wê pêşiya şîdetê bê girtin’
 
S. balkişand ser nîqaşên der barê rakirina Peymana Stenbolê û ev tişt vegot: “Divê peymaneke wek Peymana Stenbolê girîng neyê nîqaşkirin. Ji ber ev peyman wisa berfireh e ku ne tenê der barê şîdetêde ye. Tê armanckirin ku hemû wekhevî bi dawî bin. Di van sê mehên dawî de gelek jin hatin qetilkirin û rastî şîdetê hatin. Der barê van de tu tiştek nayê kirin. Ez jî rastî şîdeta derûnî û gotinê têm. Divê cezayê van şîdetan hebe. Ez naxwazim nûçeyan bixwînim. Ji ber hemû şîdet û kuştina jinan e. Ger Peymana Stenbolê pêk bihata wê pêşî li şîdetê jî bihata girtin.”