‘Divê nûçeyên întîharê bi baldarî bên çêkirin’

  • 09:05 27 Îlon 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Psîkologa Pispor Elîf Esfun Tatar, diyar kir ku zimanê di nûçeyên întîharê de tê bikaranîn divê ne teşwîk neke û got: “Nîşandana întîharê yan jî wek riya çareseriyê, fikra întîharê bi mirovan re ava dike û fîkra întîharê dikare xurt bike.”
 
Di demên dawî de întîhar zêde bûne. Di çapemeniya civakî de dîtina van întîharan di asta ku teşwîq dike de ye. Yek ji mînakên dawî ev e; di 5’ê îlonê de Buse Melîs û di 25’ê îlonê de jî Furkan Çelep yên 18 salî întîhar kirin.Wêne, dîmen û parvekirin bi awayekî bê kontrol hatin belavkirin û vê jî rewş anî asteke din. Di asta ku nûçeyên întîharê divê çawa bê dayîn de, divê baldarî hebe. Psîkologa Klînîkê ya Pispor Elîf Efsun Tatar der barê mijarê de axivî.
 
Efsunê diyar kir ku di salên dawî de întîxar zêde bûne bi taybet piranî întîxar girêdayê pirsgirêkên civakî ne û di întîxarên jinan de jî piranî sedemên wek şîdet, tecawiz, şîdeta fîzîkî û hestiyarî heye. Efsunê wiha got: “Şaşdayîna van nûçeyan jî di alî civakê de pirsgirêkên cidî diafirîne.”
 
‘Şaşdayîna nûçeyê xetere mezin kir’
 
Di mijara pêşîgirtina întîxara jinan de pêngav nayên avêtin û ligel vê şaşdayîna nûçeyan jî xetereyê mezin dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welat jin rastî her cureyê şîdeta mêr tên. Ji ber nûçeyên întîxarê jî bi zimanekî di cih de nayên dayîn, wê jinên din ên mexdûr jî ber bi întîxarê ve bibe. Di vir de tişta tê qestkirin ev e ku, dema jinek dibihîze ku jinekê întîxar kiriye, bila ew jî nebêje ez jî întîhar bikim. Yanî jin dibêjin ku yekane rê întîhar e.”
 
‘Divê bi zimanekî baldar bê çêkirin’
 
Efsunê da zanîn ku ne çêkirina van nûçeyan, pirsgirêk ev e ku nûçeyên wisa bi baldarî bên çêkirin û zimanekî teşîk bike neyê bikaranîn û ev tişt anî ziman: “Divê der barê rêbaza întîxarê de bi berfirehî agahî neyê dayîn. Kesên hewldana wan ya întîharê heye, rêbazên cuda difikirin û biryarê didin. Ji ber vê divê di nûçeyê li van tiştan baldar bin. Li dijî mahremiyet û kesayeta kesên întîhar dikin divê rêzdarî bê nîşandan. Parvekirina wêne, nîşandana bedena tazî, der barê jiyana taybet de dayîna agahiyan ne rast e. Der barê întîharan de daxuyaniyên ji rêzê jî ne rast in. Divê di nûçeyan de întîhar wek, yekane rê û çare neyê nîşandan. Divê hedefa esas ev be ku pêşî li întîharê bê girtin.”
 
Efsûnê di dawiya axaftina axaftina xwe de balkişand ser sedemên întîxarê û got aliyê wek derûnî, civakî, aborî û polîtîk hene û bi taybet jî kuştinên jinan, întîxarê jinan polîtik in.