Kampanya ‘em xwe diparêzin’ belav dibe

  • 09:04 27 Îlon 2020
  • Rojane
RIHA - Aktîvîsta TJA’yê Cahîde Udum der barê kampanya TJA’yê ya ‘Em xwe diparêzin’ de axivî û da zanîn ku bi kampanyayê re li Rihayê wê rêxistinek cidî pêk bê û got rêxistinbûn hêza parastina cewherî ye.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 14’ê îlonê de bi dirûşma ‘em xwe diparêzin’ kampanya da destpêkirin û li bajaran starta wê didome. Li Rihayê jî starda wê hat dayîn. Aktîvîsta TJA’yê Cadîde Udum der barê kampanyayê de nirxandin kir.
 
‘Rêxistinbûn hêza parastina cewherî ye’
 
Cahîdeyê diyar kir ku li Tirkiyeyê jin her tim tên kuştin û tenê di meha tebaxê de 21 jin hatine qetilkirin û got: “Êrîş sîstematîk bûne. Yekane riya parastinê rêxistinbûn e. Rêxistinbûn hêza parastina cewherî ye. Bi pêşengiya TJA’yê kampanya ‘em xwe diparêzin’ hat destpêkirin. Em jî wek lingê kampanyayê ya Rihayê xwedî li kampanya xwe derdikevin. Demên dawî de kuştinên jinên ciwan derketin pêş. Li Serêkaniyê jinek ji aliyê birayê wê ve hat qetilkirin. Li Pirsûsê dîsa jinek 19 salî ya 6 meh ducanî întîxar kir.”
 
‘Kampanya gelek girîng e’
 
Cahîdeyê destnîşan kir ku pêşî li kuştinên jinan nayê girtin û bi dehan jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û got: “Ger bixwazin pêşî lê bigirin wê qanûnan pêk bînin. Em kampanya TJA’yê girîng dibînin. Em piştgiriyê didin kampanyayê. Li Rihayê polîtîkayên serdest ên mêr tên meşandin. Jin tên tirsandin. Ji ber vê jî jin ji her qadê tên dûrxistin û nayên dîtin. Ji ber vê jî rêxistinbûna jinê wê li Rihayê pêşî li serhildaneke cidî vebike.”
 
‘Rêxistinbûnek cidî heye’
 
Cahîdeyê daxuyakirin ku dewlet li ser hinek eşîran komkujiyê dike û got: “Dewlet bi destê xwe neke jî bi destê eşîran komkujiyê dike. Em ketine demek ku li ser her kesî zext heye. Em dibînin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rêxistinbûnek cidî heye. Hedefa me ev e ku em bi kampanya ‘em xwe diparêzin’ derî bi derî bigerin û jinan rêxistin bikin. Tu jin ne tenê ye û bi rêxistinbûnê jin dikarin her tiştî bikin.”