‘Pêwîst e li hember tecrîdê em dengê xwe bilind bikin’

  • 09:02 27 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfiya Mûrad tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kir û wiha got: ”Pêwîst e li hember tecrîdê em dengê xw bilind bikin, em ê her tim li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin.”
 
Ev 21 sal in ku tecrîdeke girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ji bo ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bi rengekî rêkûpêk bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê çêbikin, rapor amade kirin. Lê heta roja me ya îro jî ji bo van daxwazan tu guhertin nehatine kirin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê ya li Kantona Qamişloyê Wesfiya Mûrad derbarê tecrîdê de nêrîna xwe anî ziman û bi me re parve kir.
 
‘Bi fikir û ramanên Rêber Apo em gihiştin vê astê’
 
Wesfiya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ”Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em çiqas jî bêjin em mafê keda Rêberê xwe nikarin bidin, ji ber ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê û belavkirina dengê wê ya di nava kar û xebatê de bû. Beriya em fikir û ramanên Rêberê Apo nas bikin, me xwe nas nedikir.  Bi saya vî fikirî em gihaştin vê astê. Em bi ser ketin û em gav pêş de avêtin. Rêber Apo ji bo civaka xwe, ji tunebûnê hebûn ava kir.  Ne tenê ji bo azadiya kurdan tev digeriya,  ji bo azadiya hemû mirovên bindest, tevgeriya.  Pêwîst e em bi giştî gel û bi taybet jin destê xwe bidin hevdu û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin, da ku em Rêber Apo azad bikin.  Tecrîda ku niha li ser rêberê me tê meşandin tecrîdeke li ser hemû gelan e. Heta niha jî rapora CPT’î ya ji bo ku hevdîtin bi Rêber Apo û girtiyan re were çêkirin nehatiya qebûlkirin.  Her wiha tu guhertin jî nedaye avakirin.  Rêberê me bi fikir û felsefeya xwe di nava me de dijî.”
 
‘Netewa demokratî ji berhemên fikrê Rêber Apo ye’
 
Wesfiya di domandina gotina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî ya ku di derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat kirin û ev tiş got: “Di nava Komploya 9’ê Cotmehê de destên hemû dewletên navneteweyî hebû.  Xwestin ku fikrê Rêber Apo  ji me dûr bixin, da ku em nebin xwedî hêz û maf.  Bi têkoşîna xwe me ev yek vala derxist.  Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo welat û netewa xwe ya demokratîk ava kir.”
 
‘Ji bo azadiya rêberê xwe em ê hertim di nava çalakiyan de bin’
 
Wesfiya di dawiyê de banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha bi dawî kir:” Em soza  xwe ya şopandina xeta felsefeya Rêber Apo û berdewamkirina kar û xebatên wî nû dikin.  Em ê heta dawiyê li ser fikir û felsefeya Rêberê xwe bin.  Em ê hertim fikrê Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bikin û heta azadiyeke mayinde em ê di nava çalakiyên berxwedanê de bin .”