'30 sal in ez tenûran çêdikim'

  • 09:01 27 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Şîrîn Kalkan ji gundê Stawrikê ye, çêkirina tenûrê ji dayika xwe hîn bûye û 30 sale tenûran çêdike. Şîrîn diyar kir ku ji bo her karî sebrek hewce ye, ji bo tenûr çêkirinê jî wisa ye û got: "Çêkirina tenûrê zehmet e lê jiyan bi tevahî zehmete. Ez tenûrên ku çêdikim nafiroşim û pêwîstiya kê hebe ez didim wan."
 
Çêkirina tenûran li hember teknolojiya pêşveçûyî bi salane tê domandin. Bi taybetî jî jin bi çêkirina tenûrê re mijûldibin. Şîrîn Kalkan (60) a ku ji gundê Stawrik a Cizîra Şirnexê ye û dayika 6 zaroka ne, jiyanê bi keda destên xwe avadike. Şîrîn ji ajansa me re behsa karê xwe kir. 
 
Şîrîna hêj zarok bû hat zewicandin û beriya zewicandinê bi dayika xwe re sewaltiyê dikir û tenûran çêdikir. Şîrîn wiha behsa xwe kir: "Jiyana berê zor û zehmet bû, lê belê jiyan xweş bû. Min her tim bi dayika xwe re kar dikir. Dayika min dema tenûr çêdikir ez ligel wê bûm û çêkirina tenûrê hînê min dikir. Dayika min hemû karê ku dikir hînê min jî dikir."
 
‘Ev nêzî 30 sal in tenûran çêdikim’
 
Şîrîn, bi lêv kir ku tenûr ji ax, av û ka çêdibe û wiha domand: "Ez avê û axê li hev dixim û piştre ka lê dikim distirînim. Ji bo herî baş hev bigre ez xwêy dikim nav heriyê. Her wiha mûyê bizinan jî li nav heriyê dikin da ku heriya me qayim bibê û ji hev qut nebe. Nêzîkî nîv saet ê ez heriyê distirim hetanî baş çêdibe û dikeve nav hev. Her wiha ez diçim axê tijî tûran dikim, didim ser piştra xwe û tînim malê. Çend rojan carê diçim tînim. Dema diqede carekedin bi heman awayî bi tûrikan tînim. Ev nêzî 30 sal in tenûran çêdikim. Tenûrê ku ez çêdikim li ber tavê dihêlim û li bendê disekinim hetanî hinekî li ber rojê hişik dibe. Tenûr bi xwe 7 doran tên çêkirin. Piştî min çêkirina dorên tenûrê xilas kir, ez li ber rojê dihêlim hetanî ku baş hişik dibe. Dema ku hişik dibe di hundurê wê de agir tê pêxistin, dema ku hundurê tenûrê spî bû wê demê mirova dikare dest bi pijandina nan bike.”
 
‘Jin her tim bi sebir kar dike’
 
Şîrîn, destnîşan kir ku niha nan li ser sêlên ceyranê tên pijandin û wiha pêlda axaftina xwe: “Ji bo tendûristiyê nanê ku li ser sêlên ceyranê tên pijandin nebaşe. Her wiha tema wê nanê jî nîne. Tema nanê tenûrê cuda ye. Jin di jiyanê de her dem bi sebrek mezin kedê ava dike. Barê jiyanê li ser milên me jina ye. Çêkirina tenûran jî rastî gelek zehmete. Ji ber ku germe mirov nikare di bin tavê de bibîne. Her wiha ji ber ku tim xwar dibî tenûr çêdikî pişt û milên mirovan diêşê.”
 
Jiyanek komûnal
 
Şîrîn, dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew tenûrên çêdike nafroşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez tenûran havînê ji ber ku zêde germe, ber bi payîzê ve dest bi çêkirinê dikim. Tenûrên ku ez çêdikim pêwîstiya kê hebe ez didim wan. Dema ez tenûr didim wan, çi destê wan de hebe wê didin min. Em bi hevdû re parve dikin.”