ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 27 Îlon 2020
  • Rojev
* Şîrîn Kalkan ji gundê Stawrikê ye, çêkirina tenûrê ji dayika xwe hîn bûye û 30 sale tenûran çêdike. Şîrîn diyar kir ku ji bo her karî sebrek hewce ye, ji bo tenûr çêkirinê jî wisa ye û got: "Çêkirina tenûrê zehmet e lê jiyan bi tevahî zehmete. Ez tenûrên ku çêdikim nafiroşim û pêwîstiya kê hebe ez didim wan." BI DÎMEN 
 
*Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfiya Mûrad tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kir û wiha got: "Pêwîst e li hember tecrîdê em dengê xw bilind bikin, em ê her tim li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin.”  BI DÎMEN 
 
*Berîvanên gundê Guldali ya Geverê dijîn debara xwe bi sewalkariyê dikin û diyar kirin ku sewalkarî wek berê eleqeyê nabîne, êdî hilberîn jî tune ye. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Cahîde Udum der barê kampanya TJA’yê ya ‘Em xwe diparêzin’ de axivî û da zanîn ku bi kampanyayê re li Rihayê wê rêxistinek cidî pêk bê û got rêxistinbûn hêza parastina cewherî ye. BI DÎMEN 
 
*Psîkologa Klînîk a Pispor Elîf Esfun Tatar, diyar kir ku zimanê di nûçeyên întîxarê de tê bikaranîn divê ne teşwîker be û got: “Nîşandana întîxarê ya wek riya çareseriyê, fikra întîxarê bi mirovan re ava dike û fîkra întîxarê dikare xurt bike.”
 
*S.Ç ya rastî rastî şîdeta mêr hat û bi têkoşînê dest ji mêrê pê re zewicî berda hîna rastî tehdîdê tê. S.Ç da zanîn ku polîtîkayên bêcezabûn û nîqaşkirina Peymana Stenbolê rê li ber vê vekiriye û got ne dadgeh, çapemeniya civakî bûye cihê lêgerîna maf. BI DÎMEN