Şebnem Fincanci: Em serî natewînin

  • 17:17 26 Îlon 2020
  • Rojane
ENQERE - Di 72’yemîn Kongreya Mezin a TTB'ê de Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci axivî û bertek nîşanî operasyona ku duh pêk hatî da û got: “Em azadiya xwe ya li dijî tirsê baş biparêzin. Em carek din aşkere bikin ku em tu carî serî natewînin û xizmeta wan nakin." 
 
72’yemîn kongreya Mezin a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku wê 2 rojan dewam bike, li Navenda Otela Bîlkentê didome. Odeyên bijîşkan ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin beşdarî kongreyê bûn. Di kongreye de pankarta “Têkolîna li dijî şewbê û şerasan wê dewam bike” hat daliqandan. Di salona kongreyê de, xebatkarên tenduristiyê yên ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn û wêneyên wan bi salona kongreyê ve hatin kirin. Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêzgirtin hat girtin. 
 
'Di pêvajoya pandemiyê de jî xebat hatin meşandin'
 
Serokê Giştî yê Kongreya Navendî yê TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman axaftina vekirina kongreyê kir. Sînan, bal kişand ser pêvajoya şewba vîrûsê û wiha bi lêv kir: “Ji bo ku li dijî tundiya di tenduristiyê qanûn bê derxistin û mafê xwebûnê yê xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan bê dayîn me xebatên mezin birêve birin. Me li aliyekê li dijî êrîşên li hemberî TTB’ê têkoşiya û li aliyê din jî, me li hemberî bêmafiyan xebatên xwe yên bingehîn bi rêve birin. Di heman demê de, me xebata xwe ya di pêvajoya pandemiyê de her tim dewam kir. Çi dibe bila bibe em ê dîsa bi her awayî xebatên xwe û têkoşîna xwe bi rêve bibin.”
 
'Pêdivî bi şêwirmendiyê heye'
 
Endamê Lijneya Etîkê ya TTB'ê Prof. Dr. Raşit Tukel, diyar kir ku nexweşiyên şewbê di dîrokê de her dem bûne sedema komkujiyên mirovan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkoşîna li dijî şewban bi xizmeta parastina tenduristiyê ve girêdayî ye. Ev pir girîng û jiyanî ye. Pêdivî bi têkoşînek hevpar heye. Ji bo zerarên mezin ên pandemiyê bên astengkirin, pêdivî bê têkoşînek zanistî û civakî heye. Pêdivî bi şêwirmendî û piştevaniya civakî heye." 
 
'Divê em nelikumin bêtir xwedî li hev derkevin'
  
Akademisyen û Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî axivî û wiha axivî: "Îro gelek hekîmên ciwan di nava me de hene. Kesên 10-15 sal piştî darbeya eskerî ya 12'yê Îlonê ji dayik bûn di nava me de hene. 40 sal berê darbeya 12'yê îlonê li Tirkiyeyê pêk anîn. Wekî li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî pergala patriarkal û emperyalizmê bi cih kirin. Lê di encama 40 salan de îro li cîhanê mirov ne wekî mirovan, sewal ne wekî sewalan û nebat jî ne wekî nebatan dijîn. Jiyan bi tevahî di qeyranê de ye. Pandemî encama vê qeyranê ye. Li dijî vê qeyranê hewldan û tekoşîna me têr nake. Ji bo em tam bikemilin û têr bibin divê em erka xwe baş pêk bînin. Divê em û TTB, li nasnameya rêxistinbûna xwe ya demokratîk xwedî derkevin. Divê em bêtir vê nasnameyê pêş bixin. Di sedsala 21’an de divê li gorî pêdiviya têkoşîna li dijî faşizmê em rewşa derûniya xwe biparêzin û azadiya li dijî tirsê muhafaza bikin. Em carekê bilukumin û bikevin têkoşîna me dê nîvco bimîne. Ji bo em nelikumin divê em bêtir li hev xwedî derkevin û hev hembêz bikin. 
 
'Em serî natewînin'
 
Seroka Vakfa Mafên Mirovan a  Tirkiyeyê (THİV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci jî anî ziman ku Onur qala azadiya li dijî tirsê kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Azadiya ku tirsê hilbijêrin seknek pir bi rûmet e. Em wekî TTB'ê her tim tirsiyan ku em serî li hemberî zilmê dînin. Me wekî teşeyê jiyanê got hekîmî. Wekî şeklê jiyanê, em ji bo mirovahiyê têkşyaşiyan. Ji bo min cîh girtina nava vê têkoşînê rûmetek e. Ji destpêkê de em dibêjin cîhanek din pêkan e. Em têkoşîna xwe berdewam dikin. Qada tenduristiya cemaweriyê hêj di kûrahiya dilê me de ye. Ez endamek rêxistina ku dibêje 'Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye' me. Divê em ji bîr nekin ku em pir bi hêz in. Divê têkoşîn qet kêm nebe. Em Azadiya tirsê baş biparêzin. Em carek din diyar dikin ku em tu carî serî li dijî zilmê serî natewînin." 
 
Kongreya ku îro bi axaftinan bi dawî bû dê sibê li avahiya Morfolojî ya Fakulteya Tipê ya Enqereyê bidome.