Girtiya nexweş Semîre: Dengê min bibihîsin!

  • 16:03 26 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa Semîre Dîrekçî û gotin: "Takiyettîn Ozkahraman ê 75 salî di 19’ê îlonê de û Alî Boçnak ê 76 salî, li Girtîgeha TÎpa L a Patnosê jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên temen mezin û nexweşên giran, di van şert mercên pandemiyê de, bi rîskeke giran re rûbirû ne. Em banga xwe ya alîkariya dûbare dikin.”
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, çalakiya xwe ya Rûniştna F, di hefteya 444’emîn de, ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyona di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dimîn e.   
 
Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn, daxuyanî da û got: “Ligel hemû bergiriyên li dijî şewbav Covîd-19’an her roja diçe mirin û pêketiyên vîrûsê zêdetir dibin. Ev ji bo rewşa girtiyan hîn xirabtire. Girtî bê parastinin. Pêketiyên li girtîgehan jî zêde dibin. Ji ber pêvajoya pandemiyê û pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn, Takiyettîn Ozkahraman ê 75 salî di 19’ê îlonê de û Alî Boçnak ê 76 salî, li Girtîgeha TÎpa L a Patnosê jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên temen mezin û nexweşên giran, di van şert mercên pandemiyê de, bi rîskeke giran re rûbirû ne. Em banga xwe ya alîkariya ji bo girtiyan weke her tim dûbare dikin.”
 
Mehmet bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya 23 sal in girtiye û nameya Dîrekçî ji wan re şandibû xwend. Dîrekçî di nameya şandibû de wiha behsa rewşa xwe dike: “Ji ber pandemiyê min emeliyat nakin. Êş û janên min ên pir giran hene. Ji bo vê min dibin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdê. Dema min dibin nexweşxanê bi du awayî min kelepçe dikin. Dem amin paşve tînin girtîgehê jî, min dixin odeya karantînayê. Ez nikarim li xwe mêze bikim û zoriyan dikêşim. Ji bo ku hûn bikevin tevgerê, ma hûn li benda mirina min in? Dengê min bibihîsin."