Berê tecawiz kir dawiyê gef lê da xwarin: Li Mêrdînê çi dibe?

  • 15:53 26 Îlon 2020
  • Rojane
Medine Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku xwediyê marketê yê li Navçeya Artukluyê Mujdat tecawizî jina wekî muşterî hatiye marketê kiriye. Mujdat çek û nasnemeya xwe rê jina tecawiz kirê da, gef lê da xwarin û got:"Ez polîs im were ji min re gilî bike"
 
Xwediyê Marketa Lemar a li Navçeya Artukluyê ya Mêrdînê Mujdat bi alîkariya personelê li gel wî dixebite tecawizî jina wekî muşterî hat marketê kir. Hat hînbûn ku Mujdat û parêzerê wî jina mexdûrê tecawizê tehdît kiriye. 
 
Jina ku bi tecawizê rû bi rû hat hiştin 2 şûnde çû Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û mêrê bi navê Mujdat, kesê li gel wî dixebite û kesê xwe wekî parêzer da naskirin gilî kir. 
 
2 mehan gef lê dan xwarin
 
Jina ku di îfadeyên da dozgeriyê de tiştên hat serê wê rave kir anî ziman ku dema ew çûye marketê deriyê marketê danîne û tecawizî wê kirine. Jina bi tecawizê rû bi rû hat hiştin bi lêv kir ku dema wê gotiye ez ê gilî bikim Mujdat nasnemeya xwe rê wê daye, gef lê daye xwarin û gotiye:"Ez polîs im were ji min re gilî bike. Wêne û vîdeoyên te hene ger tu gilî bike em ê ji malbata te re bişînin."
 
Telefona min da kesên din
 
Jina ku bi tecawizê rû bi rû ma anî ziman ku Mujdat telefona wê daye kesên nas nake û ji aliyê wan bi destdirêjiyê rû bi rû maye û anî ziman ku wê daxwaza parastinê jî ji dozgeriyê kiriye. 
 
Hat hînbûn ku biryara parastinê ji bo jina hatiye tecawizkirin nehatiye dayin.