Li Silopiyê çalakiya rûniştinê: Em serî natewînin

  • 14:45 26 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, binçavkirinên ku bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê" pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Dema îqtîdar dikeve tengasiyê êrîşê têkoşîna jinê dikin. Lê divê bê zanîn ku em ê xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin."
 
Duh serê sibehê bi navê “Lêpirsîna Kobanê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve li dijî HDP’ê operasyonekê siyasî hat destpêkirin û derbarê 82 siyasetmedaran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin û di nav de gelek siyasetmedarên jin jî hene. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek li ber avahiya HDP'ê ya Silopiya Şirnexê dan. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA’ê Zozan Aksu ve hat xwendin. 
 
Zozan, diyar kir ku ev êrîş tola serkeftina li hemberî DAÎŞ'ê ye û wiha got: "Her çi qas êrîş derbarê 'Çalakiyên Kobanê' de hatibe kirin jî, li Kobanê di encama têkoşînekê mezin a li hemberî DAÎŞ'ê serkeftinek mezin hat bidestxistin. Ji ber ku Kobanê neket ev tol niha tê girtin. Ne bi tenê Kobanê her wiha ev pergala tarî jî têk çû. Her wiha berxwedana Kobanê berxwedanek enternasyonalîste, têkoşîne û hêvî da tevahiya cîhanê. Ji ber wê ev hêrsa wan ew qas bilinde. Berpirsyarên bûyera  6-8’ê cotmehê ne gel e, kesên ku berxwedêran kirin hedef berpirsin. Lê bila baş bê bizanin ku em wek jin û gel serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û bigihînin asta herî jor.”
 
‘Kengî dikevin tengasiyê êrîşê têkoşîna jinê dikin’
 
Zozan, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiyê jinê hedef digirin û wiha axivî: "Li dijî tevgera jinên kurd û Meclîsa Jinên HDP’ê ev polîtîqayên faşîst cara yekem nayê kirin. Tifaqa mêr a AKP-MHP’ê dema dikeve tengasiyê êrîşê têkoşîna jinê û vîna jinê dike. Em baş dizanin ku bi van êrîşan dixwazin pêşiya têkoşîna me bigirin. Dema ku em li dijî pergala mêr derketin rê, me dizanî ku em ê bi êrîşan re rûbirû bimînin. Lê belê tiştekî ku nizanin jî heye; îqtîdar nikare hêza me tune bike.”
 
‘Em xwe diparêzin’
 
Zozan, wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Bi operasyonên qirkirinê bawer dikin ku me tune bikin û têkoşîna me bidin sekinandin. Em wek TJA'yê li dijî baweriya mêran a faşîst, mîlîtarîst, zayendperet têkoşîna xwe ya azadiyê didomînin û paşve gav navêjin. Di her qada jiyanê de têkoşîna jinê mezin dikin û em bi rêxistinê xwe diparêzin. Em xwe diparêzin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Jin jiyane” û “Êrîş nikarin me bidin sekinandin” hatin berzkirin.