Xizmên windayan aqûbeta windayên xwe pirsîn

  • 13:56 26 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya vê heftê li dar xistin aqûbeta Fettah Erden pirsîn. 
 
Xizmên windayan û Komîsyona windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 607’an de berdewam kirin. ÎHD'ê dîsa bi rêya video li ser medya civakî daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hediye Saltan, daxuyanî da û aqûbeta Fettah Erden ê di 20'ê nîsana 1994'an de li Navçeya Bassa ya Şirnexê hat windakirin pirsî. Hediye, anî ziman ku Fettah Erden zewicî bû û bavê 10  zarokan bûn û wiha got: "Leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bassa bi ser mala Erden a li gund de girtin û Fettah li malê binçav kirin. Fettah birin cem teymen Mehmet Karabela û Ertaç Onadli. Malbata Fettah heta sala 2009'an ji ber gef li wan dihat xwarin doz venekir. Fermandarên qereqolê Mehmet û Ertaç malbat bi kuştinê tehdît kiribûn. Malbata Fettah piştre koçî Hezexê kirin. Malbatê piştî bûyerê 15 sal şûnde serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dan. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam man. "