Li Mêrdinê binçavkirin hat şermezarkirin

  • 12:00 26 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê, binçavkirinên ku bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê" pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Em tu carî paşve gav navêjin û em ê li dijî zîhniyeta faşîst têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin." 
 
Duh serê sibehê bi navê “Lêpirsîna Kobanê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve li dijî HDP’ê operasyonekê siyasî hat destpêkirin û li 7 bajaran derbarê 82 siyasetmedaran de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Emîne Ayna jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdinê derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek li avahiya HDP'ê dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Girtin û binçavkirin nikarin me têk bibin" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç ve hat xwendin. 
 
Hêvîdar, bal kişand ser operasyona li hemberî HDP'ê û got: "Operasyon ne tenê li hemberî HDP'ê pêk hat li hemberî demokrasiyê pêk hat. Êrîşekê topyekûn e. Bi sala ne operasyonên qirkirinê li herêmê tê meşandin. Lê tu carî HDP'ê li hemberî operasyonan serî netewand. Li dijî operasyonan bêtir bi hêz bû û bêtir têkoşîn da."
 
Hêvîdar, da zanîn ku jin dê li dijî êrîşên faşîst, mîlîtarîst û zayendperestiyê têkoşîna xwe bidomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî paş ve gav navêjin. Em ê li dijî zîhniyeta faşîst têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin."