Li Îranê bi pileya 5.2 erdhej pêk hat

  • 11:06 26 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Merawetepe ya ser bi parêzgeha Gulistan ya Îranê, bi pileya 5.2 erdhejek çêbû.
 
Li gorî medyaya Îranê, erd hej di saet 09:16’an de bi kûrahiya 10 kîlometre li bajarê Merawetepe ya ku 46 kîlometre ji Tirkmenîstanê dûre, çêbûye. Heman çavkaniyan ragihandin ku heya niha nayê zanîn bê ka çi ziyanek çêbûye yan na. Lê li hinek herêman ceyran qut bûye.