'Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin'

  • 11:00 26 Îlon 2020
  • Rojane
ÊLIH - Bertekên li dijî operasyona ku duh pêk hatî didomin. Kordînasyona Heskîfê bertek nîşanî binçavkirina Prof. Dr. Beyza Ustun da û xwest binçavkirî hemû bên berdan. 
 
Di “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve li dijî HDP’ê hat destpêkirin, li 7 bajaran derbarê 82 siyasetmedaran de biryara binçavkirinê hat dayîn û piştî biryarê duh bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin. Bertekên li dijî operasyonê belav dibe. Kordînasyon Heskîfê têkildarî binçavkirina HDP’iyan daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Kordînasyona Heskîfê di daxuyaniyê de diyar kir ku Prof. Dr. Beyza Ustun jî di nava pêkahteyên wê de cih digire û ew yek ji pêşengên têkoşîna ekolojiyê ye û binçavkirina wê nayê qebûlkirin. Kordînasyonê bang li rayedaran kir û xwest ku Beyza Ustun û binçavkirî hemû demildest werin berdan.