Kongreya Star: Pêwîst e hemû kes li derdora xeta HDP'ê bibin yek

  • 10:50 26 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekE nivîskî operasyona binçavkirina HDP'yan şermezar kir.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsineke têkildarî çalakiyên Kobanê de, duh li 7 bajaran biryara girtina 82 kesan da. Têkildarî girtina HDP'yan Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku ji her demê bêhtir di serî de Gelê Kurd, pêwîst e hemû kesên muxalîf ên li Tirkiyeyê li derdora xeta HDP’ê ya azadî û demokrasiyê bibin yek û HDP’ê tenê nehêlin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Rejîma faşîst û qirker a AKP-MHP, Kurdistan di her alî de dorpêç kiriye. Bi kiryarên qirej ên dijmirovahiyê tev digere. Ji bo ku Kurdan teslîm bigire, vîna wan a azad bişkîne her cure êrîş diceribîne. Bi dijminatiya ku li beramber Kurdan dide meşandin hewil dide xwe li ser lingan bigire û temenê xwe yê desthilatdariya zordar dirêjtir bike. Lê belê em dibînin ku nikare çong bi Kurdan bide danîn. Li beramber rejîma faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd di nav berxwedanê de ne.
 
Kobanê sembola berxwedanê ye
 
Pêla êrîşa ku duh li ser HDP’ê hat pêşxistin, ji hêrsa rejîma faşîst a binketina DAÎŞ’ê ya li bajarê Kobanê tê. Li hember êrîşa ku DAIŞ'ê li ser Kobanê pêş xistî li her çar parçeyên Kurdistanê Gelê Kurd rabû ser piyan û berxwedanke bêhempa da nîşandan. Berxwedana Gelê Kurd ne tenê Kobanê parast, hebûna Kurdan û hebûna hemû mirovahiyê parast. Ji ber wê li her derê cîhanê, ji hemû netewan bi girse piştgiriyeke mezin bi berxwedana Kurdan re pêş ket. Kobanê di mejiyê mirovahiyê de bû sembola berxwedanê û bû warê şikandina DAÎŞ'ê û alîgirên wê. Berxwedana Kobanê destan nivîsand û dê di hafizeya mirovahiyê de her zindî bimîne. Li beramberî vê rastiyê yên ku ji DAIŞ’ê re bûn palpişt û li bendê bûn ku Kobanê bikeve jî wê qet neyên jibîrkirin. Aqûbeta DAIŞ’ê di demek nêz de, ne bi derengî wê li serê wan jî bigere.
 
Pêwist e herkes piştgiriyê bide HDP'ê
 
Tirsa dewleta tirk a dagirker ji têkçûna wê ye, ji ber wê ewqas bi rengekî hovane wek gurê har êrîşî hebûn, vîn û destkeftiyên Kurdan dikin. Ji ber wê tirsê bê sînor êrîşî HDP’ê, gelê Kurd, mirovên demokrat, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran dikin. Weke ku tê zanîn tenê yek hêza esasî ya opozîsyon di Tirkiyeyê de mayî heye; ew jî HDP ye. Heta HDP hebe wê li Tirkiyeyê li beramber rejîma faşîst AKP-MHP jî pêla berxwedanê wê were birêxistinkirin.  Ji ber wê ji her demê bêhtir di serî de Gelê Kurd, pêwîst e hemû kesên muxalîf ên li Tirkiyeyê li derdora xeta HDP’ê ya azadî û demokrasiyê bibin yek û HDP’ê tenê nehêlin. Yên ku dixwazin di Tirkiyeyê de bi rengekî azad, wekhev û demokratîk bijîn pêwîst e piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kurd û ya HDP’ê.
 
Êrişên bi vî rengî vîn û biryara me xurt dike
 
Em jî wek tevgera jinên Bakur Rojhilatê Surî-Rojava bi hemû hêza xwe ya tekoşînê piştgiriyê didin berxwedana li hemberî faşîzmê. Çawa ku me bi rihê Arîn Mîrkan di pêşengiya jinên berxwedêr de DAIŞ têk bir, em ê bi heman ruhî rejîma faşîst a qirker AKP-MHP’ê jî têk bibin. Bila bê zanîn ku êrîşên bi vî rengî vîn û biryardariya me xurtir dike û ew ê qet nikaribin çong bi me bidin danîn.
 
Em rejîma faşîst ya rûreş şermezar dikin
 
Em careke din piştgiriya xwe ji HDP’ê û hemû raya ku li dijî rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê di nava tekoşîn û berxwedanê de ye radigihînin û em rejîma faşîst ya rûreş şermezar dikin. Em bang li hemû gelê Kurd û hêzên azadîxwaz dikin da ku li beramberî vê zilmê serî hildin û xwedî bertek bin.