48 sazî û partiyên Kurdistanî êrişên li ser HDP’ê şermezar kirin

  • 10:20 26 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û partiyên Kurdistanî yên Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da. Partiyan bang li hemû Kurdistaniyan kir ku li ser şopa berxwedanê bimeşin.
 
48 sazî û partiyên Kurdistanî yên Ewropayê operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP’ê şermezar kirin û bi daxuyaniyekê nivîskî bal kişandin ser rewşa heyî û gotin: “Ev berdewama siyaseta wan a qirkirina nijadî ya Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bang li gelê xwe dikin ku em jî li ser şopa wan berxwedêr û xweragirên xwe bi meşin. Her cihekî ku em lêne, em li wêderê li dijî vê şebeka faşist, milê xwe bidin hev û dakevin çalakiyan lidar bixin.”
 
Daxuyaniya sazî û partiyên Kurdisanî yên Ewropa wiha ye: “Em dibînin, fermandariya faşîzma AKP-MHP’ê, biryarek qirkirina siyasî ya nû standin û hema bi lezgînî xistin pratîkê jî. Li gorî daxwuyaniya wan a fermî ya Desteya Herî Bilind (MGK) a dewletê, civiyaye û biryara careke din êrîşî ser HDP’ê bikin û rêveberên wan bigrin, dane. Ji xwe bi şev biryar girtin, hema piştî çend saetan, serê şeveqê êrîşî hinek hevşaredar û parlementeran û rêvebarn kirine. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgin û Parlementerê HDP’ê yê kevin Sirri Sureya Onder jî di nav de nêzî sed rêveberên HDP’ê binçav kirin.
 
Bêguman ev berdewama siyaseta wan a qirkirina nijadî ya Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Her wiha ev, ji lawaz bûna Erdogan û tirsa wî ya ji rûxandina diktatoriya wî ya faşîst tê. Çendîn lawaz dibe tirsa wî jî zêde dibe û êrîşên xwe yên ser gelê me û bi taybetî yên li ser pêşengên siyasî û HDP’ê zêdetir dike. Lê ev êrîşên xwînxwar wan ji hilweşandinê rizgar nake.
 
Em bawer dikin êdî gelê me, têra xwe zalimî, qirkerî, dagirkeri û rûreşiya vê şebeka xwînrij û kedxwariyê naskiriye. Elbet li dijî vê zilma mirovahî, çeka me jî ya herî hêja û xurt heye ew jî berxwedan e. Ji xwe yên ew ewqas tengav kiriye û niha jî ditirsîne ew têkoşîna li dijî wan hatiye dayîn a berxwedêrên gelê me ye.
 
Em jî; Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupayê dijîn, careke din bang li gelê xwe dikin ku em jî li ser şopa wan berxwedêr û xweragirên xwe bi meşin. Her cihekî ku em lêne, em li wêderê li dijî vê şebeka faşist, milê xwe bidin hev û dakevin çalakiyên rewa û fermî. Em dikarin bi wê dirûşma “Dem Hatiye, Ji Faşîzmê, Tecrîdê û Dagirkeriyê Re Êdî Bes e” re hêzên xwe bikin yek û dawiyê li vê rejîma faşîst bînin.
 
Di çalakiyên xwe de em bang li mirovahiya cîhanê bikin, bang li hemû sazî û dezgehên demokratan, aştîxwazan û mafêmirovparêzan bikin, da ku ew jî li dijî vê desthilatiya faşîst bertekê nîşan bidin û bandorê li ser têkiliyên dewletên xwe jî yên bi wan re bikin.  Li dijî êrîşên faşîzmê em dengê xwe û hêza xwe xurtir bikin yek û derkevin qadan!”