Li qursa quranê ya girêdayî diyanetê tundî li zarok hat kirin

  • 09:50 26 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Dîmenên tundiya li zarokê li qursa quranê ya girêdayî diyanetê, dihat kirin ji aliyê Parlamenterê CHP'ê Alî Oztunç li ser hesabê medyaya civakî hat parvekirin. 
 
Parlamenterê Partiya Gel a Cumhuriyetê (CHP) yê Maraşê Alî Oztunç dîmenê tundiya li zarokê biçûk li qursa quranê ya girêdayî diyanetê, dihat kirin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. Alî Oztunç têkildarî mijarê bang li Serokê Karê Diyanetê kir. 
 
Alî bi vîdeoya ku parve kir wiha got:"Ev dîmena bîska berê li qursa Bedir Efendi ya li memleketê min Elbistanê hat kişandin. Tu hemwelatiyê min vê tundiya li zarok hatiye kirin qebûl nake. Bila Serokê Karê Diyanetê yê li heqaretê li Ataturk dike hesabê vê yekê bipirse û agahiyê bide gel."