‘Têkoşîn dîsa wek hewcedarî derket pêş me’

  • 09:08 26 Îlon 2020
  • Rojane
 
ENQERE - Fatma Kurtulan ya HDP’î bertek nîşanê operasyona binçavkirinê ya 6 sal şûnde piştî çalakiyên Kobanê pêk hatiye, da û got: “Tevî me bi dehan carî anî rojevê AKP ji vê reviya. Qet nexwest lêkolîn bike. Ji ber wê ew ji vê lêkolînê derketiba.” Bedevka partiyê Ebru Gunay jî got wê desthilatdarî zû an dereng hesabê vê bide.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobanê yên di navbera 6-8’ê cotmeha 2014’an de pêk hatibû de, dimeşan de li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesî girt. Di çarçoveya lêpirsînê de Ayla Akat Ata ya endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, hevşaredarê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen jî heye gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û endama MYK’ê û parlamenter Fatma Kurtulan û hevberdevka HDP’ê û parlamenter Ebru Gunay bertek nîşanê operasyonê dan.
 
Fatmayê got di pêvajoya Kobanê de serokwezîr Tayyîp Erdogan kêf dikiri ku wê Kobanê bikeve û got: “Ew pêvajo pêvajoyeke ku têkoşîna mirovahiyê qezenc kiribû. Em şahidê pêvajoyê ne. Dema pêvajo berdewam dikir, hewl dan têkoşîna HDP’ê biçewisînin. Di pêvajoya Kobanê de li dijî DAIŞ’ê têkoşîna mirovahiyê hat dayîn. Kurd û HDP bêguman li dijî vê nikaribûn bêdeng bimînin. Têkoşînek rewa hat dayîn. Di piştevaniyê de bûn.”
 
‘Nexwestin lêkolîn bikin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku 33 welatî di çalakiyên Kobanê de ji aliyê HUDAPAR û hêzên tarî û polîsan ve hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piranî kesên jiyana xwe ji dest dan endamên partiya me bûn. Me bi dehan carî xwest ku lêkolîn bê kirin. AKP ji vê reviya. Nexwest bê lêkolînkirin. Ji ber wê ev ji vê derketiba.”
Fatmayê wiha berdewam kir: “Tevî hemû zext û êrîşan HDP li ser piyan disekine û têkoşîna xwe dimeşînin. Partiya me bi taybet têkoşîna rêxistinbûnê ev 3-4 mehe derxistiye asta herî jor. Pêşketinên mezin çêbûn. Di vî alî de îspat kir ku têk naçe, natirse. Li dijî pêngava têkoşîn û rêxistinbûna HDP’ê, dîsa wek alava têkoşîna nû bûyerên Kobanê anîn hemberî me. Demek nêz de civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) pêk hat. Ev bi hevparî hat plankirin.”
 
‘Serkeftina Şoreşa Rojava, darbe li Tirkiyeyê xist’
 
Fatmayê balkişand ser operasyonên ji ser bûyerên Kobanê tên meşandin û got: “Kobanê sîmge bû. Bi DAIŞ’ê bawer bûn lê têk çû. Ji bo têkçûna Rojava DAIŞ hat bikaranîn lê pişta wan şikya. DAIŞ’ê doz da Tirkiyeyê ku wê Kobanê bigire. Lê serkeftina Rojava darbeyek mezin li Tirkiyeyê xist.”
 
‘Nîşaneya tolgirtinê ye’
 
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî derbarê mijarê de got darizandinên derbarê çalakiyên Kobanê de hatine kirin, heta Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) biryar da ku li hember Ayhan Bîlgen binpêkirin maf hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Der barê dosyayên gelek hevalên me de biryara neşopandinê heye. 6 sal şûnde ev ji nûve anîn rojevê û ev nîşan dide ku ev polîtîka tolgirtina hikûmetê ye.Taybetiya herî sereke ya bûyerên Kobanê, çalakiyên piştî êrîşa DAIŞ’ê pêk hatine. Tiştên wê demê DAIŞ’ê nekir, niha AKP dike. Piştî 7’ê hezîranê şûnde êrîş zêde bûn. Em îro vê dibêjin: Wê rojevê ev desthilatdarî zû an dereng hesab bide.”