Mirinên biguman di rojeva TJA’yê de ne

  • 09:02 26 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA û hevseroka DBP’a Mêrdînê Şukran Erol diyar kir ku wê di çarçoveya kampanyaya TJA’yê daye destpêkirin ya ‘Em xwe diparêzin’ de wê gund bi gund bigerin û xebatên xwe bimeşînin û got wê bi lêkolînkirin mirinên bi guman yên jinan dest bi xebatên xwe bikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlonê de kampanya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin û li Mêrdînê jî starta wê hat dayîn. Kampanya wê 4 meha bidome û mirinên jinan yên biguman û îstîsmar bê lêkolînkirin. Jin wê tax bi tax bigerin û bi jinan re bên cem hev. Aktîvîsta TJA û hevseroka DBP’a Mêrdînê Şukran Erol kampanya nirxand û got wê li dijî polîtîkayan xwe biparêzin.
 
Şukranê got bûyerên wek Mûsa Orhan yên demên dawî de jiyane di carekê de derneketine holê û got li ser jinên kurd lîstikên qirêj tên meşandin û got: “Dixwazin jinan bikşînin van polîtîkayên qirêj. Lê bi salane em di ferqa vê de ne. Ev ne tiştekî nûye. Em li dijî vê li ser piya man. Em jin wê xwe biparêzin. Em ê li her qadê têkoşîna vê bidin.”
 
‘Em ê biçin gundên ku mirin lê hatine jiyîn’
 
Şukranê bi lêv kir ku li bajar di 5 mehên dawî de 9 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane û 3 jin jî ji holê winda bûne û ev tişt vegot: “Li bajar ji ber polîtîkayên bi salane didomin mirinên jinan jî ranawestin. Bi vê kampanya me daye destpêkirin em ê mirinên jinan yên biguna lêkolîn bikin. Bûyerên dawî bi taybet gundan tên jiyîn. Em dibînin ku jin rastî zext û şîdetê tên. Em ê di çarçoveya kampanyayan de biçin gundan. Em ê bibînin ku jinan çi jiyane. Em ê bi malbatan re baixivin.”