Malbatên girtiyan: Zarokên me serbest berdin

  • 09:01 26 Îlon 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Malbatên girtiyan, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan û goti: “ Li girtîgehan zext û zordariya li hember zarokên me bi dawî nabe. Em van pêkanînan şermezar dikin û dibêjin zarokên me serbest berdin.”
 
Li Girtîgehan pêkanînên dijmirovî yên li hember girtiyan roj bi roj zêde dibin û berdewam dikin. Bi taybetî jî bi pêvajoya şewba vîrûsa koronayê re zextên heyî duqatên xwe zêde bûn. Malbatên girtiyan ku bal kişandin ser pêkanînên dijmirovî yên li hember girtiyan û daxwaza edaletê kirin.  
 
Dayika girtiya bi navê Zeynep Mete ku di 3 sal in girtî ye û saleke di Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê de tê girtin Rahîme Mete bal kişand ser rewşa keça xwe ya li girtîgehê û wiha got: “Keça min ev sê salin girtî ye. Bi tevahî 9 sal ceza lê hatiye birîn. Di dosyeya wê de jî tu tişt tune ye. Keça min berî bi salekê di Girtîgeha Şirnexê de bû, lê piştre sirgûnê Girtîgeha Sîncanê hat kirin. Bi vê awayî dixwazin me ceza bikin. Ji ber vê nexweşiyê em nikarin biçin hevdîtina wê. Ev saleke min keça xwe nedîtiye. Em bi tenê bi rêya telefonê bi hev re diaxivin ew jî sînordarkirî ye. Keça min dibêje 'ez baş im'. Lê em nizanin ku rewşa wê çawa ye.”
 
’10 rojan cezayê hûcreyê danê’
 
Rahîme, bi lêv kir ku berî bi mehek û 10 rojan cezayê hûcreyê lê hatiye birîn û wiha pêlda axaftina xwe: “Em nizanin ku ji ber çi cezayê hûcreyê danê. Di girtîgehê de jî ceza li wan tê birîn. Em zarokên xwe nikarin bibînin. Şewb heye, lê ligel vê jî alavên paqijiyê gelek kêm tên dayîn. Li şûna ku her roj berhemên paqijiyê bidin, hefteyê carê didin. Ji ber vîrûsa koronayê rewşa wan di xeteriyê de ye. Divê daxwazên girtiyan li hemû girtîgehan bên qebûlkirin. Dewletê çawa girtiyên edlî berdan, bila girtiyên siyasî jî berde. Em dixwazin zarokên me bên berdan û deriyê girtîgehan vebikin. ”
 
 ‘Cih di girtîgehan de nemaye’
 
 Dayika Kumru Tokay a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Ayşe Tokay jî da zanîn ku keça wê ev du salin girtî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema keça min hat girtin şûnde greva birçîbûnê dest pê kir. Ew jî di 1’ê Adarê de kete greva birçîbûnê. Em dayik bi tenê xweşî û azadiyê dixwazin. Ji ber vê bi salane ev têkoşîn tê dayîn. Lê îro zarok, jin û dayik di girtîgehan de ne. Êdî girtîgeh ew qas tijî bûne ku cih di wan de nemaye.”
 
 ‘9 sal û 8 meh ceza li keça min hatiye birîn’
 
Ayşe, destnîşan kir ku di girtîgeha Amedê de zarokên wan pirsgirêka avê dijîn û ev tişt anî ziman: “9 sal û 8 meh ceza li keça min hatiye birîn. Keça min nêzî 6 mehan di Girtîgeha Şirnexê de ma û piştre sirgûnê Girtîgeha Jinan a  Amedê hat kirin. Ev demeke dirêje ji ber nexweşiyê em nikarin biçin hevdîtinê. Lê beriya wê dema em diçûn girtîgehê lêgerîna tazî li me dikirin. Her wiha di girtîgehê de pirsgirêk hene. Keça min bi rêya telefonê li me geriya got ‘di qawişa kêleka me de gelek kes bi vîrûsê ketine.’ Di girtîgeha Amedê de nexweşî belav dibe. Em ji ber rewşa zarokên xwe bifikarin. Heftê carekeê avê din wan. Keça min digot ew bi wê avê jî qawîşê paqij dikin û av ji wan re namîne. Lê keça min niha behsa avê nekir qet. Ji ber ku em nikarin biçin hevdîtinê hemû pirsgirêkan nikare bibêje. Li girtîgehê maske û dezenfekte nayê dayîn. Ew bi derfetên xwe distînin."
 
‘Em bi tenê azadî û aştiyê dixwazin’
 
Ayşe, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi tenê azadî û aştiyê dixwazin. Em dixwazin ev zext û zordarî bi dawî bibin. Banga min ji hemû dayikan re ye bila rabin ser piyan û dest bidin destên hev û em xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila zarokên me bên berdan. Em êdî naxwazin ku êşê bikişînin. Çi mafên wan heye wî tiştî dikin. Tecawizkaran berdidin, girtiyên siyasî bernadin. Bila zarokên me berdin.”