ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 26 Îlon 2020
  • Rojev
* Malbatên girtiyan, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan û goti: “ Li girtîgehan zext û zordariya li hember zarokên me bi dawî nabe. Em van pêkanînan şermezar dikin û dibêjin zarokên me serbest berdin.” DÎMEN HEYE
 
* Aktîvîsta TJA û hevseroka DBP’a Mêrdînê Şukran Erol diyar kir ku wê di çarçoveya kampanyaya TJA’yê daye destpêkirin ya ‘Em xwe diparêzin’ de wê gund bi gund bigerin û xebatên xwe bimeşînin û got wê bi lêkolînkirin mirinên bi guman yên jinan dest bi xebatên xwe bikin. BI DÎMEN
 
* Endama DAD’ê Sarigul Goze daxuyakirin ku xebata peyzajê ya li Çavînên Munzurê hatine destpêkirin zirarê didin zindî û peresgehên pîroz yên baweriya Elewiyan û got nasnameya mirovan pê didin jibîrkirin û got ev parçeyek polîtîka tunekirinê ye. BI DÎMEN 
 
* Di doza Ceylan Onkul ya 12 salî de ku li Licê bi topa hewanê hat qetilkirin tu pêşketin tune û bêdadiya didome jî 11 sal li pey xwe hişt.
 
*Fatma Kurtulan ya HDP’î bertek nîşanê operasyona binçavkirinê ya 6 sal şûnde piştî çalakiyên Kobanê pêk hatiye, da û got: “Tevî me bi dehan carî anî rojevê AKP ji vê reviya. Qet nexwest lêkolîn bike. Ji ber wê ew ji vê lêkolînê derketiba.” Bedevka partiyê Ebru Gunay jî got wê desthilatdarî zû an dereng hesabê vê bide. BI DÎMEN