Tevî astengiya polîsan li Şirnexê daxuyanî hat dayin

  • 15:08 25 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 7 bajarî ji bo 82 kesî biryara binçavkirinê hat dayin û piştre operasyona siyasî li dijî HDP'ê pêk hat. Li dijî vê operasyonê HDP'ê xwest daxuyaniyê bide lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 5-6’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatin dabû destpêkirin, li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan da. Heta niha gelek kes hat binçavkirin. 
 
HDP'ê li Şirnexê,  têkildarî operasyona binçavkirinê li ber avahiya HDP'ê ya navendê xwest daxuyaniyê bide. Endam û rêvebirên HDP'yên navend û navçeyên, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyaniya ku xwest bê dayîn polîsan asteng kir. 
 
Piştî astengiya poloîsan girseyê, çalakiya rûniştinê bi dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e", " Tu êrîş nikare me bide sekinandin" û " Em bêdeng namînin,  natirsin û îtaatê nakin" dest pê kir. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê girseyê gav paşve neavêt û daxuyanî da. Daxuyanî Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz xwend. 
 
Sabahattîn, got êrîşên tên kirin parçeyek êrîşên siyasî yên AKP'ê ye û wiha domand: "Ev ne operasyona binçavkirinê ye, operasyona tolhildanê ye. Ev êrîş nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP'ê li ser civakê xirabiyê dike di çi astêde ye. "
 
'HDP tê'
 
Sabahattîn, wiha berdewam kir: "Bi cepha antîfaşîzmê em ê aştî û demokrasiyê ava bikin. Em wek partî rejîma dewletê tune bikin. Kesên ku faşîzmê hembêz kirine bila bizanibin; HDP tê." 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e", " Tu êrîş nikare me bide sekinandin" û " Em bêdeng namînin,  natirsin û îtaatê nakin" hatin berzkirin bi dawî bû.
 
Çalakiya rûniştinê didome.