TJA: Em ê li dijî feraseta faşîst a mêr gavê paşde neavêjin

  • 14:53 25 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -TJA'yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya têkildarî operasyona siyasî ya serê sibehê li dijî HDP'ê pêk hat de wiha got:"Li dijî feraseta faşîst, êrişkar, mîlîtarîst, zayendperest a AKP'ê me tu carî gav ji têkoşîna azadiyê paşde neavêt."
 
Vê serê sibehê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat destpêkirin de li dijî HDP'ê operasyona siyasî dest pê kir û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Têkildarî operasyonê TJA'yê daxuyaniya nivîskî weşand.
 
Neredeyse her sabah Kürtlere, kadınlara ve muhaliflere dönük siyasi soykırım operasyonları gerçekleştirildiğine dikkat çekilen açıklamada, “Ankara merkezli operasyonda gözaltına alınan kadın arkadaşlarımız; 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hema hema her roj li dijî kurdan, jinan, muxalifan operasyonên qirkirina siyasî tên destpêkirin û wiha hat gotin:"Hevalên me yên jin ên bi navê Ayla Akat Ata, Gulfer Akkaya, Berfin Kose, Bircan Yorulmaz, Pervin Oduncu, Emine Ayna yên hatin binçavkirin ji ber polîtikayên dijminatiya jinê hatin binçavkirin. Ev êriş û polîtikayên faşîst yên li dijî Meclîsa Jinê ya HDP'ê û tevgeha kurd ne nû ne. Dema îktidar kengî bitengijê êrişî jinê û îradeya wê dike."
 
'Em xwe diparêzin'
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em gelekî baş dizanin ku ev operasyon ji bo têkbirina têkoşîna me ye. Dema em ji bo têkoşîna li dijî zihniyeta mêr derketin ser rê me dizanibû em rastî van polîtikayan bên. Lê tu îktidar nikare têkoşîna me bi dawî bike. Ew nikarin bi operasyonên siyasî me biçewisînin. Li dijî feraseta faşîst, êrişkar, mîlîtarîst, zayendperest a AKP'ê me tu carî gav ji têkoşîna azadiyê paşde neavêt. Em ê xwe biparêzin."