TJA û Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • 13:56 25 Îlon 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - TJA û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi civîna çapemeniyê operasyonên binçavkirina HDP'yan şermezar kirin. 
 
Li Îzmîrê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li nûnetiya HDP'ê ya Kadifekaleyê civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî operasyona siyasî ya li dijî HDP'ê dan. Li civînsa ku dirûşma "Em xwe diparêzin" hat berzkirin de Aktivîsta TJA'yê Hayat Îzgî û Hevseroka HDP'ê ya Konakê axivîn. 
 
'Em ê serî netewînin'
 
Hayatê operasyona qirkirina siyasî şermezar kir û wiha got:"Dixwazin bi zextan serî bi me bidin tewandin. Em ê serî netewînin. Vî gelî 12'ê îlonê dîtiye. Em wekî Dayikên Aştiyê em ê li dijî van zextan bisekinin."