HDP'ê li hemberî êrişan daxuyanî da

  • 13:53 25 Îlon 2020
  • Rojane
ÊLİH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê tevî astengan li hemberî êrişa li dijî HDP'ê daxuyanî da û got kes nikare hêviyên me bişkîne, hêviyên me tim şîn dibin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 5-6’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatin dabû destpêkirin, li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan da. Rêxistina HDP'ê li dijî êrişê li hemû bajaran di heman demê de daxuyaniya çapemeniyê dan. Li Êlihê ji bi beşdarbûna parlementer Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryaki, Necdet Îprkyuz, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina bajêr re daxuyanî li ber deriyê avahiya HDP'ê hat dayîn.
 
Ji ber jimara beşdarvanan gelek bû polîsan asteng derxist û beşdarvan li ser kulek û balkonan piştgirî dan.
 
'HDP gel e, gel li vir e'
 
Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarê êrişên  li dijî HDP'ê tên kirin axivî û wiha got:"Her ku îqtidar dikeve zorê  defterên kevin vedike û ji bêçaretiyê êrişên wiha didin meşandin. Ev pêvajoyek hiquqî nîne. Darbeyek siyasî ye û êrişek li hemberî demokrasiyê ye. Dixwazin di nava gel de tirsekê biafirînin. Peyama didin jî ew e ku dibên wê dawiya we her tim girtin be. Bi vî rengî wê herkes ji me dûr bikeve. Ne 6 sal 60 sal jî derbas bibe wê tu HDP'yî  çok daneyne. Ji bo rastî jî derkevin ser rûyê erdê em ê têbikoşin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e, gef nikare ji me re bibe asteng, HDP hêvî ye hêvî li ser lingan e' re bi dawî bû.