Ayla Akat birin Enqereyê
- 13:10 25 Îlon 2020
- Rojane
AMED - Parêzerê Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata ku di çarçoveya operasyona “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin diyar kir ku ew ê Aylayê bibin enqereyê.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqeryê ku derbarê çalakiyên ji bo Kombarên yên 5-9'ê Cotmeha 2014'an de li 7 bajaran da destpêkirin de ji bo 82 kesî biryara binçavkirinê hat dayîn. Bi biryarê re bi ser gelek malan de hat girtin.
Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata ku di çarçoveya operasyona hat destpêkirin de hat binçavkirin, parêzerê wê diyar kir ku ji ber lêpirsîn li Enqeryê hatiye destpêkirin ew ê Aylayê bibin Enqereyê.
Herwiha kesên ku heta niha hatine binçavkirin navê wan wiha ye: Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Gulfer Akkaya, Beyza Ustun, Ayhan Bîlgen, Altan Tan, Temel Demîrer, Hakan Gulseven, Alî Urkut, Nanzmî Gur, Can Memîş, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Bîrcan Yorulmaz û Sirri Sureyya Ondar e.