MYK'a HDP'ê bi rojeva awarte dicive
- 12:37 25 Îlon 2020
- Rojane
ENQERE - MYK’a HDP’ê piştî operasyona di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de pêk hat bi rojeva awarte dicive.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê lêpirsîn da destpêkirin. Ev lêpirsîn li 7 bajaran hat destpêkirin û derbarê 82 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Piştî vê lêpirsînê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya HDP’ê bi rojevek awarte dicive.
Civîna MYK’ê saet di 18:00’an de bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda HDP’ê dê pêk were.
Di operasyonê de MYK’a 2014’an a HDP’ê vê sibehê hatin binçavkirin.