Li jina ku hat binçavkirin sîxurî hat ferzkirin

  • 09:13 25 Îlon 2020
  • Rojane
RIHA - Hevseroka HDP’ê ya Hîlwanê Çîgdem Karakeçîlî ku lêdan û binçav kirin, sîxurî lê hat ferzkirn. Çîgdemê daxuyakirin ku wê li dijî zextan li ber xwe bide.
 
Li Hîlwan a Rihayê di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de piştî daxuyaniya hat dayîn şûnde girse meşiya û polîsan êrîş pêk anî bû. Piştî vê gelek kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka HDP’a Hîlwanê Çîgdem Karakeçîlî jî lêdan xwaribû û ew binçav kiribûn. Çîgdem a ku hat binçavkirin li emniyetê jî sîxurtî lê ferz kirin.
 
Çîgdemê diyar kir ku xwişkeke wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye, yek jî tevlî PKK’ê bûye û malbata wê her tim ji aliyê polîsan ve tê acizkirin û got," Hertim bi ser mala me de tê girtin û zextan li me dikin."
 
‘Bi salane zextan li me dikin’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku bi salane her  cure zext li wan tên kirin û ev êrîş didomin û got: “Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê me daxuyanî da, piştî wê me xwest em bimeşin. Polîsan astengî derxist, li min dan û min binçav kirin. Ez birim emniyetê. Di bin çavan de min bi parêzerê xwe re îfade da. Piştre gotin wê berdin lê gotin dê bibin nexweşxanê. Ji ber wê gotin bisekine. Dema li wir dihatim girtin mêrek û jinek hat. Ji min re gotin polîs çawa tevgeriyane. Piştre sîxurî pêşniyar kirin. Numareyek danîn ber min û gotin ‘tu bixwazî xwe bigihînî xwişka xwe li vê numareyê bigire’. Min jî numare negirt. Hatim berdan êvarê ji numareyek min nas nedikir peyam hat. Di peyamê de digot ‘li vê numareyê bigerin, bixwazî bi xwişka xwe re biaxivî belkî bikaribî biaxivî.’ Ez negeriyam. Bi vê rewşê sîxurî pêşniyarî min kirin."
 
‘Tu dikarî biçî ber avahiya HDP’a Amedê’
 
Çîgdemê diyar kir ku tenê vê carê ev tişt nehatiye serê wê û wiha pê de çû: “Berê jî polîs hatin mala me û gotin ‘em dikarin bibin alîkar. Hun biçin ber avahiya HDP’a Amedê.’ Wê demê ji bo malbat zirarê nebîne min tiştek negot. Wê demê dîsa numareyek hat dayîn. Min avêt.”
 
‘Her tim zext heye’
 
Çîgdemê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Bi heman numareyê çendek din dîsa geriyan. Digotin ‘hun li xwişka xwe geriyane?’. Min jî got ez nagerim hewce nake. Gotin pirsgirêk hebe tu dikarî bigerî. Ev pêşniyara sîxuriyê bû.Em li dijî vê ne. malbata min ji ber vê gelek zextan dibîne. Piştî ez bûm hevserok zext zêdetir bûn. Li her taqîba min dikin. Em dest ji berxwedanê bernadin.”