'Projeya netewa demokratîk, pergala modernîteya kapîtalîst têk dibe'

  • 09:12 25 Îlon 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên ereb ên li Kantona Şehbayê dijîn di derbarê projeya netewa demokratîk de anîn ziman ku projeya netewa demokratîk, pergala modernîteya kapîtalîst têk dibe û wiha gotin: "Projeya Netewa Demokratîk xewn û xeyalên modernîteya kapîtalîst têk dibe, lewma her ji aliyê dewletên desthildar ve rastî êrîşan tê."
 
Bi avabûna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re civakê bi hemû pêkhateyên xwe projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku mafê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê diparêze, pêk anî. Projeya Netewa Demokratîk ku her roj ji aliyê dewletên desthildar ve rastî êrîşan tê wekheviyê dipareze. Di derbarê hedefgirtina projeya Netewa Demokratîk de jinên Ereb ên kantona Şehbayê nerazîbûnên xwe parve kirin.
 
'Ji bo berjewendiyên xwe êrîş dikin'
 
Hevseroka Şaredariya navçeya Fafînê ya Şehbayê, Selwa El Hemed hedefgirtina projeya Netewa Demokratîk a ji aliyê dewletên hegomanîk ve nirxand û wiha pê de çû: "Hedefgirtina Projeya Netewa Demokratîk a ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ji bo parastina berjewendiyên xwe ye. Ew jî bi piştgiriya hêzên hegomanîk êrîş dike. Serkeftina projeya Netewa Demokratîk qeyranek li ser dewletên desthilatdar dide avakirin loma her dixwazin vê projeyê tune bikin. Qaşo bi hinceta tunekirina terorîstan yên mîna DAIŞ'ê dewleta tirk êrîşî kurdan û projeya netewa demokratîk dike. Li pêşiya dinyayê giştî hêza QSD’ê ya ku terorîst tunekirin hedef digire."
 
‘Mîsogeriya rêxistinkirina jinê serkeftina projeya demokrasiyê ye’
 
Selwa bal kişand ser bandora projeya Netewa Demokratîk a li ser kesayeta jinê û wiha got: "Berî ku projeya netewa demokratîk derbikeve holê û bi mafê jinê bang bike, civakê bi çavekî biçûk li kesayeta jinê mêze dikir. Her wiha dewletên desthildar di mejiyê civakê de tiştên kapîtalîst dabûn runiştandin. Lê bi derketina projeya Netewa Demokratîk û fikra Rêber Apo êdî jin û bi taybet jina ereb karîbû di civakê de hebûna xwe bide îsbatkirin. Projeya Netewa Demokratîk xewn û xeyalên modernîteya kapîtalîst têk dibe, lewma her ji aliyê dewletên  desthildar ve rastî êrîşan tê. Bi rêxistinkirina jin û civakê wê projeya Netewa Demokratîk li hember dewletên desthilatdar bi ser bikeve."
 
'Projeya Netewa Demokratîk ji aliyê gel ve hat pejirandin'
 
Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Navçeya Fafînê ya Şehbayê, Şeza Hec Elî diyar kir ku projeya netewa demokratîk ji bo wekhevî û adelatê di nava pêkhateyên civakê de bide meşandin derket holê û wiha dewam kir: "Projeya Netewa Demokratîk a ku tevahî pêkhateyên civakê di nava xwe de dihewîne ji bo wekhevî û adaleta civakê derket. Projeya Netewa Demokratîk ji aliyê gel ve hat pejirandin. Jinan jî bi rolek sereke di vê projeyê de cih girtin û bûn xwedî îrade. Em bi hêvî ne projeya ku bi mafê jinê bang dike li tevahî Sûriyeyê belav bibe. Êrişên li ser projeya Netewa Demokratîk bandorê li ser xebata me nake ji ber ku em her têdikoşin."